Daner: Mehmûd BadilîGelek şoreş û serhildanên mezin di vî warî de ji bo azadiyê lidarketin, di rêya wan şoreşan re gelek millet serfiraz û serbest bûn.
Gelek welatên şarewer, gavin baş û bikêrhatî di vî warê de bi pêk anîn, pişt re yase û destûr û bendin şaristanî danîn û di rêya wan yaseyan re desthilata yê Hakim li ser millet bi bend û best kirin, mafên siyasî, civakî, aborî û rewşenbîrî parastin, ku yê desthiladar (Hakim) nema dikare zordestiyê li milletê xwe bike, û nema dikare bi stûbariya xwe ranebe yan karê xwe li paş bixîne.
Ji nav koma milletan, îro milletê kurd hîna ji bêhna azadiyê bêpare, kurd (xak û milet) ji sala 1916 an de li gorî hevbendiya Saykes – Bîko hatin parçekirin, nuha di bin desthilata çar dewletan ( dewleta Tirk, Îran, Iraq û Sûrî ) de dijîn, kurd di hindirê van dewletan de – ji bilî başûrê kurdistanê ku nuha ji çend salan ve serfiraz dijîn – ji hemû mafên xwe bêparin, mafê netewî (çarenûsî), siyasî, civakî, aborî û rewşenbîrî, tevku milletê kurd rojekê ji rojan kar û xebata xwe li paş nexistiye, bi dehan raperîn û serhildanên mezin dijî rêjîmên wan dewletan lidarxistiye, lê mixabin herdem dibû qurbana berjewendiyên dewletên mezin.
Hema yek ji va êş û nexweşiyan, girêdanên ku di navbera hinek sergiranên kurd û dijminan de çêdibûn berçav dike, îca rê dide ber wan ku guh li dijmin nekin û mal û perên xwe ji bo serbestiya miletê xwe xerc bikin, û dide xuyakirin ku ta milletê kurd rizgar bibe divê her yek ji alîyê xwe ve, mal û canê xwe jê re bike gorî:
Giriyê me tê li ser we , xew bo me nîne her şev.
Wel-lahî pir ecêb e hon vî malî dikin kom;
Bê tac û bê sera ne , ji bo dijmin didin hev.
Malê xwe tev bela kin , ji bo serbestiya kurd;
Xwîna xwe tev birêje , ji bin destan tu derkev. (1)
Serbilind dê em bijîn tev şah û gavan dem bi dem
Ger nejîn em tev wekî hev ser xwe najî ev welat
Rengê kevnare me navê , me divê jîn û felat. (2)
Bê guman rêya serbestiyê dijware, Seydayê Cegerxwîn helbestek xwe wilo bi nav kiriye, serbestiyê mîna şarekî li jora çiyê dibîne, ew çiyayê ha pirr bilinde, tev bi dar û kelem û şikêrin, û li hawîr zinar, teba, piling û şêrin, û li jêra wî çiyayî, kortal û newalin, ango bindestî, dîlî û koletî ye. Dide xuyakirin bo kesê ku bixwaze li şarê azadiyê rûnê divê xurtemêr û gernas û wêrek be, wek karker û cotkarên ku ji dil û can dane ser vê rêyê, lê kesên qelsemêr û tirsok her ewê dîl û bindest bimînin, destnîşan dike ku karwanê xebatê bo azadiyê bi rê ketiye, îca çi jê re gereke…? mêranî, hevkarî, yekîtî û hişyarî ji herdu tuxman “jin û mêr” divê bi hev re bi pêş ve herin û bê tirs şerê dijmin bikin:
Korta bindestî, newal dîlî, koletî li jêr
Kerwan; kerwanê jîn û evîn, kerwanê xebat
Dane ser vê rê; karker û cotkar bi das û bi bêr
Tirsonek berjêr, paş de direvin, kortala dîlî
Gernas serbilind, cihê xwe digrin, li jorê bajêr
Bi mêranî her bi pêş de bê tirs, ev e riya me
Destê hev bigrin, wek xuşk û bira, çi jin û çi mêr. (3)
Cegerxwîn bi hêrseke tund û bilind, doza dostanî û biratiyê dike taku li rojhilat bi cî bê, dide berçavkirin ku dema bindestiyê çû ye, ev dem dema serbestiyê ye, îca taku xelkên rojhilatê bi dilşad û dilxweş bê qêr û girî, bê hebs û zindan, bê zor û sitem û bindestî bijîn, divê ku ala dostanî û biratiyê lidarkeve û tev ji bo vê yekê bixebitin:
Tev de rabûn rojhilatim sebr û samanim bese
Ev dema serbestî ye, bindestî îdî çû nema
Şad û dilxoş û bilind bim, hebs û zindanim bese
Em hemî dost û bira bin da bibî bax û buhişt
Min ji nêv baxê cihanê bax û bustanim bese. (4)
Binêr her tişt li dinya yê wekî cenga Filestîn e. (5)
Cegerxwîn ji bo azadiya milletê kurd li komela mafên mirovan, dike gazî û qêrîn ku her millet bûne xwedî maf, tenê milletê kurd bindest û perîşan ma ye, û tu kes di hawar û gazîya wî de nayê, îca doza pêşrewiyê li jin û mêrên kurd dike ku tev bibin pêşrew û bixebitin, heger hinek bêne kuştin wê nifşên li pey wan serbest û azad bibin:
Dengê kurd kes nabihizî sed hewar û sed eman
Lê ji bo em karibin vî tiştî pêkbênin bi lez
Mêr û jin tev pêkve rabin rengê şêr û pehlewan
Gerçî hin em bêne kuştin ê dî wê serbest bibin
Wê bimênin ta ebed her dem ji bo me ev nîşan. (6)
Me ling danî ser kumbeda felek
Sewra me ya xurt vî şerê xwîndar
Xistin destên me tev rêjîm û dar
Bûne weke hev serbest em dijîn
Tev pirolêtar, bijî Sitalîn. (7)
Xewa me nayê li newalê kûr diqeyd û bendan ranazin
Azadî û serbestî û berxwedarî li cihan tev
Pêşketîne, ev ji me re her û her daxwazin
Gernasê dêrsim û agrî û barzan û sordaşin em
Bermayê: – Mad, û Sobar û hemxakê Qewqazin
Qaremanê miletê kurd tev karker û cotarin
Dijminê koledar û dostê hevalên azadîxwazin. (8)
em azadîxwazin, divên tim serbestî
îdî em hestan
nîne rawestan
xencer bi destan
divên Kurdistan. (9)
Bi roz û rêzanî, divê ko em derxin
Êrîşe êrîş
Ey gelê kurdan
Divê em bigrin
Bi zor Kurdisatn. (10)
Bibim ser dijmin êrîşên mezin
Em wan bi dizin wek pez û bizin
Wan rê nezana bixin zindana
Leşkerim bazim azadîxwazim. (11)
We jî navê azadî
Serbest nabin li dinê
Ko zor nedin xwendinê. (12)
milet divê serbestî, li her derî dibazin. (13)
Di vî warî de, Cegerxwîn doza azadiya mirovan di cîhanê tevî de dike, doz dike ku hemî millet li ser qada xwe serbest û azad bijîn, doza azdadiya karker û cotkaran dike, doza wekheviyê dike ku reş û sipî, mizgeft û kenişt, jin û mêr, birçî û têr, tevde yeksane wek hev bibin, bê ciyawazkarî, bê zordestî, bê zorkarî, bê kuştin û talankirin, doza ku dezgeh têkevin şûna çekan dike, taku jiyaneke serbest û mirovperestî li cîhanê peyda bibe:
Ev dar û ev ber, hişk û şînahî
Hatin afirandin cîhan seranser
Da ko bijîn xweş, têde tev beşer.
Bela nemênin: – birçî û tazî
Carek nebênin: – hewar û gazî
koça xwe barkin: – kuştin û talan
Serbest bikin em, cotar û palan.
Ev cîhan xweşe, seranser bihişt
Yek so bibin tev Mizgeft û Kenişt
Ol tev bibin yek: – mirovperestî
Rist tev bibin yek: jînek serbestî.
Çekan bavêjin- van çekên mêrkuj
Ji ser xwe rakin mirovên xûnmij
Dezge bi gêrin, ji bo dilşadî
Ji bo serbestî, gerden azadî.
Her yek di qada xwe de ser bilind
Bibin wekî hev tev bajar û gund
Serbest bijîn em, hemî jin û mêr
Bêtir dibin ev hebûn û ev xêr. (14)
Ev rengê ha ji azadiyê, ne tenê ji mirovê kurd re dixwaze, belê ji hemû mirovê cîhanê re doz dike:
Ne tenha ez û tu, belê tev cihan
Tu serbest bibêje, tu serbest biger
Tu serbest bixwaze, tu serbest biner. (15)
Divê rê çikûs bî tu bindest dibî
Tu serbestîyê wer hesanî mebîn
Hevîrek sitrandî bi rondik û xwîn. (16)
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe !. (17)
Cegerxwîn, milet dijminê hevdu nedidît, belê didît ku milet tevde dost û birane, û milet bitevayî azadîxwazin, û doza ku her miletek li ser qada xwe bi serbestî bijî kiriye, lewra berê gelê kurd herdem dida kesên zordar û koledar yên desthilat di dest wan de ye, û dida berçavkirin ku ev kesana hov û xwînmijin, îca divê ku xwîn bê rijandin taku em ji bin destê wan azad û serbest bibin, û daye xuyakirin jî ku miletê kurd ne şerxwaz û dildarê xwînrijandinê ye, lê belê dijmin û neyar guh nadin doz û xwestekên wî, û bi aştî û peyva xweş û nerm nayê rêya rast û durist ku divê her milet azad û serbest bijîn.
Îca herdem miletê kurd hay dikir û ew radajot taku şer û cengê dijî dijminan lidarxe, ji alîkî dî ve, doza yekbûna miletan dikir dijî wan kesên xwînmij û koledar, û dilxweşî û şadiya xwe dida xuyakirin bo şoreşa karker û cotkarên welatê Sovyetî û serbestiya hemî karker û cotkaran di serbestiya wan de didît.
Seydayê Cegerxwîn, ne tenê şer û ceng mercên azadiyê didît, belê di ser re serbestî û azadiya miletê kurd, di xwendin, rêzanî, tektîk, zanebûn, hişyarî, yekîtî, tevger, kar û xebata roj û şevane de didît.
2- Sewra azadî, Dîwana duyem, weşanxana Deng, 1992 Istanbul.
3- Kîme Ez, Dîwana sêyem, sala 1973, Bêyrûd.
4- Ronak, Dîwana çarem, weşanên Roja nû, çapa yekem, sala 1980 Stokholm.
5- Zend – Avista, Dîwana pêncem, weşanên Roja nû, çapa yekem, sala 1981 Stokholm.
6- Şefeq, Dîwana şeşem, weşanên Roja nû, çapa yekem, sala 1982 Stokholm.
1- Helbesta: Jibin destan tu derkev, Rû 20, D: 1em (Prîsk û Pêtî ).
2- Helbest: Em ne kole ne, Rû: 115, D: 1em (Prîsk û Pêtî).
3- Helbest: Riya serbestî dijware, Rû 298,299, D: 2em (Sewra Azadî).
4- Helbest: Giryanim bese, Rû: 312, D: 2em(Sewra Azadî).
5- Helbesta: Sitem dimrî bi hikmê dem, Rû: 314, D: 2em(Sewra Azadî).
6- Helbesta: Qey kurd ne Însan e, Rû: 317, D: 2em(Sewra Azadî).
7- Helbesta: Sewra Azadî, Rû: 362, D: 2em(Sewra Azadî).
8- Helbesta: Di qeyd û bendan ranazin, Rû: 26, D: 3em ( Kîme Ez).
9- Helbesta: Naxwazin bindestî, Rû : 42, D: 3em ( Kîme Ez ).
10- Helbesta: Naxwazin bindestî, Rû : 42, D: 3em ( Kîme Ez ).
11- Helbesta: Leşkerim, Rû : 47, D: 3em ( Kîme Ez ).
12- Helbesta: ji xwedê divên û em firinga didin, Rû : 114, D: 4em ( Ronak ).
13- Helbesta: Em azadî xwazin, Rû : 33, D: 3em ( Kîme Ez ).
14- Helbesta: Em şer naxwazin, Rû : 129,134, D: 3em ( Kîme Ez ).
15- Helbesta: Serbestî û Bindestî, Rû : 59, D: 5em ( Zend – Avista )
16- Helbesta: Serbestî û Bindestî, Rû : 59, D: 5em ( Zend – Avista).
17- Helbesta: Azadîxwazim, Rû : 37, D: 6em ( Şefaq).

Şîrove (0)