Zoryar Tehlo
Mişel e,herdem li bîre
Herkîn û sûlav û tîr e
Rewşenbîr û hem jîr e
Pêt û alaf û xetîr e
Xwezyarin bi dilê te
Kanî ji vî rengê te
çendî bêjim li ser te
Ndim te,mafê te
Kanî ji vî rengê te
çendî bêjim li ser te
Ndim te,mafê te
Bi hezaran dost û yar
Mişel e,gotin û kiryar
Nepejirand rêya xwar
Xwedî soz û biryar
Gel darbesta te hilanî
Ji rojê pejna nûranî
Nemir û pakrewanî
Li buhişta yezdanî
Dinerim li wêneyê te
Geşbîne ew rûyê te
Digirnijin lêvên te
Nifşê nû,paşeroja te
Ji lêvan bêje û silogan
Natirse ji fortan
Doz ajot bê westan
wêreke li meydan
Li her çapemenî, û tê vî
Mişel e,bûye rêwî
Zêndî ye,her doza wî
Perwer e, ew nevî
Nabin xemgîn û kovan
Hêjayê awaz û stran
Rist û helbest û pexşan
Kurte jiyan û roman
17-10-2011