Helbest u pexşan

Nameyek ji goristanê


 Narîn Omer
narinomer76@gmail.com  

Dayê:
Qîrîna te li ser koçberiya min
mîna hawarên te bi zayîna min ve bû
lê xwezîka te diyê û hawarên te, ew
nîşana berxwedana te  bi mayîn u nemana min re bûn, û
ne xweziya te û qêrînên te , ew encama

boqboqiya  hinavê te bû.
Yabo:
Kîlîka diya min hîviyên xwe di gumanên
malzarokê de di çikilandin te li binya pencereyê
xwe veşaritbû û bi dizî ve te rondik diweşandin û
te bi hemî rengan ez hizir dikirim
hîna lehiyên rondikan dêmê min diramûsên.
Dema min xatir dixwest ji hewe û ji heval û cîranan
te serê xwe nêzî min kiribû, û te gote min:
Ez bejdarê hemî gotin û hevokên dayîka te me
Xwezî îro ez şûna wê bama da min jî eşkere
dastanên ahkêş li ser te vehûnabana
Di goristanê de, Rondikên te bi fêrmiskên dayîka min re
dilivin û dibin ewrên sipî û di germa havînê de dibarin û
devê birînên min derman dikin û
pêta agirê hinavê te tevlî êtûna dilê bavê min dibe û
weke agirdanê min ji seqem û sermayê di parêze
Dayê, babo, hevalno, mirovno:
Desthejandina we bi hejana desmala diya min re
dibe baweşînk û cihê daxan di laşê min de
hînik dike

Oooox! Xwezê bi min û bi goristana ez têde.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…