belavokên partiyan

Vexwendineke vekirî ji bo Roja helbesta kurdî li derve – 2011

Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî  tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara şeşane ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê şêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.

Bi navê komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve „ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Essen ê Elmanyayê, da ku roja yekşemê, 23. 10. 2011, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.
Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdar bibin, li ser vê E-mailê ( rojahelbestakurdi2011@hotmail.com) bigihêjin ber destên me.
Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Roj Elî bi dawî bibe.
Navnîşana cihê: “ Roja helbesta kurdî li derve “ ev e:
Komela Hêlîn.  Werder   Str.  13.  45138   Essen
Dem: Katjimêr:  13: 00
 Ji bo têkiliyê:  0049/01637866977.   0049/160 92 44 44 29      
 Bi hatin û beşdarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxweş bibin.
Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve “.
Keça Kurd 
Helîm Yûsiv
Elî Cefer

09. 09. 2011

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…