Daxuyaniya partiyên turkî ji bo piştgirîya kurdên Suryê

Ji bo Çapemenî û Rayagiştî!
Em bi navê Komîteya Piştgirîyê, bi taybetî ji bo Ereb û Kurdan, bi giştî jî ji bo piştgirî û destekkirina têkoşîna azadîya hemû gelên Suryê îro li vir berhev bûne.

Kurdên Suryê ji dema kevnare(qedîm) ve li bakurê Suryê yanî li herêma El-Cezîreya kurd dijîn. Sînorê îroyîn ê Turkiye û Suryê, di sala 1921ê de bi îmzekirina Peymana Londrayê hatibû dîyarkirin, ku alîyên vê Peyman Fransa û rêvebirîya nû ya Turkiyê bû.
 Surye heta sala 1946ê di bin rêvebirîya mandeterîya Fransayê de bû. Dema ku Surye di bin rêvebirîya mandeterîya Fransayê de bû, ji sala 1922 şûnde li ser pênc herêmên otonom hatibû dabeşkirin. Serhildan û geşbûna bûyerên sîyasî yên navbera salên 1925-27an bûn sedem ku di rêvebirîya Suryê de giranîya neteweperestên Ereb zêdetir bibe û projeya herêmên otonom ên Fransayê têkbiçe. Piştî wê di sala 1929ê de ji aliyê pênc parlementerên kurd ve ji bo Kurdistanê otonamî tête daxwazkirin, ev car daxwaza kurdan ji aliyê Fransizan ve tête redkirin, bi sedemê ku “Kurd di hêrêmên dîyarkirî de piraniya nifûsê pêk nayînin û ne eqliyetê dînî ye wekî yê Alewî û Dûrzîyan”.
Li Suryê pêşkevtina tevgera Kurd digîje salên damezirandina rêxistina Xoybûnê(1927). Di navbera salên 1936-39an de pêşkevtina netewetîya Ereban, dibe sedemê bihêzbûna qerekterê erbî yê dewleta Suryê. Digel vê yekê di sala 1937ê de piştî ku Sencaxa Îskenderunê bi Turkiyê ve hate girêdan, li hemberê kurdan propagandeyek dijwar destpêkir û ev yek jî bû sedem ku di rêvebirîyên herêmî de tesîra kurdan kêmtir û lawaztir bibe. Û piştî ku Partiya Baasê bi darbeyek leşkerî desthilatdarî bidestxist, rejîmeke faşîzan û otorîter hate damezirandin. Ji wê rojê û vir de nêzîkê nîv esirek e, gelên Suryê di bin şertên awarte û rêvebirîya eskerî de dijîn. Û dewleta Suryê bi temamî ketiye bin kontrola burokrasîya polîs, îstiqbarat, ekser û siwîlên hevkarê wan.
Piştî serkevtina nijadperestîya erebên Baasî, ji bo kurdan mafên kulturî û sîyasî rewa nehatine dîtin li Suryeyê. Herweha ji bo 15% nifûsa kurdên li Suryeyê mafê hemwelatîyê nehat qebûlkirin…  
Em, ev qetlîam û êrîşên hovane yên rejîma Esad ku li ser gelên Suryeyê tête kirin bi tundî şermezar dikin û dixwazin hinek xususiyetan bi raya giştî ra parve bikin:
–          Îro Komara Îslamî ya Îranê bi her awayê piştgirîya qetlîamên rejîma Esad dike, ji ber vê yekê divê ji aliyê rayagiştî ya demokratîk û cematên îslamî li Turkiyeyê, ev helwesta Îranê bête şermezarkirin. Lewra qetilkirina xelkê, nirxên însanî û îslamî ne lihev in.
–          Divê “Bihara Erabî”, tenê wek têkçûna rejîmên dîktator ên Ereban neyê dîtin. Di vê cografyayê de meseleyên etnîkî û netewî yên ku nehatine çareserkirin jî, mijara herî girîng a rojevê ye. Di vê çarçovê de girîngiya(pêdivîya) daxwazên netewî yên kurdên li Surye û Turkiyeyê, ji yê gelê Başûrê Sûdanê, Filîstin û Kosowayê kêmtir nîne.
–           Em bê şert û merc piştgirî didin daxwazên kurdên Suryeyê, ku bi deklerasyoneke hevbeş hatibûn ragehandin.
–          Divê ji aliyê DYA, YA, Yekîtîya Ereb, Konferansa Îslamê û civata navnetewî ve zixtên pêdivî li ser rejîma Beşar Esad bête kirin ku di demek herî kin(kurt) de dev ji desthilatdarîyê berde û rejîma Baas bête ruxandin. Û dahatûya Suryeyê, di rewşek azad û demokratîk de li ser esasê mafê temsîlîya wekhev a gelên Suryeyê bête destnîşankirin. 
–          Divê Turkiye helwesta xwe ya li hemberê rejîma Baas û Beşar Esad bi zelalî dîyar bike, herweha bi giştî tu ferqekî nexe navbera gelên Suryê û bi taybetî jî 2,5-3 mîlyon kurdên li Suryeyê. Di heman demî de em bangî hemû alîyan û bi taybetî jî bangî Hikumeta Turkiyê dikin ku şîretan li  Beşar Esad dike dibêje mesel “bi tundrewî” çareserî nabe, herweha divê rewşa navxwe jî bide ber çavan û bizane ku “Mesela Kurd” bi rêya sivîl û aştîyane çareser dibe, bi şîddet û operasyonên navxweyî-derveyî çareser nabe.  Di vê çarçovê de em dixwazin îradeya naskirina mafên rewa yên miletê kurd bête dîyarkirin û bi hukmê qanûnê jî bête parstin.
Bi vê wesîleyê em ji dil û can piştgirîya têkoşîna azadîya gelên Suryeyê dikin û piştî têkçûna rejîma Suryeyê ji bo ku Kurd mafên xwe yên rewa bi temamî bidestbixin, divê rayagiştî ya kurd hişyar bibe û bêdeng nemîne. 24/08/2011

Komîteya Piştgirî ji bo Kurdên Suryê:
BDP(Partiya Aşitî û Demokrasiyê)
HAK-PAR(Partîya Maf û Azadiyan)
KADEP(Partiya Beşdariya Demokrasiyê)
ÖSP(Partiya Azadî û Sosyalîzmê)
Gruba Dîyalog a Dicle-Fıratê
LKD(Lêgerîna Kurdên Demokrat)
Demokratên Şoreşger

TEVKURD

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…