Gotar

PYD çi dike?

Qado Şêrîn

Eger kurd ji kiryarên pyd yên ku di çalakiyên ciwanên şoreşê de dike razî bin, kêfxweş bin, ez jî bê dudilî tev li wan kiryaran dibim, lê eger ne wisa be, dêmek pyd ji qestî rêz û yekîtiya kurdan têk dibe û berevajî pêlên jiyanê avjenînê dike.

Li Dêrka Hemko, Serê Kanyê, Dirbêsiyê, Kobanê, Amûdê û li Qamişlo ta ana ciwanên şoreşê daxwiyanî ragihandine û gazinan ji kiryarên pyd dikin(linka li jêr bitikîn-bi erebî ye), mixabin gazinan ji birayên xwe yên kurd dikin.
 Bi gumana min ew kiryar û li dij ciwanan derketin, qet xizmeta pyd û pyd wek partiyek kurd nakin, belê rasterast û yekser dikeve xizmeta dijminên kurdan.
Sê tişt yekîtiya kurdan diparêzin; xaka Kurdistanê, sirûda netewî û ala kurdî ya ku her kes dizane bê çilo û çawa ye. Bi gumana min pyd jî zane bê çilo û çawa ye, lê bê şek di îna çûyî de ji qestî alek ku ne ala rengîn bû, belkî ya êla Bamum a li Kameron bû bilind kiribû, û bi hildana ala ku mîna ya Kameron bû ji hêla alê ve yekîtiya kurdan têk bir. Ev jî li bejna pyd wek partiyek kurd nayê.
Ji hêleke din ve, li tevaya Sûriyeyê navê îna borî: ‘’îna neviyên Xalid ji bo yekîtiya niştimanî’’bû, tenê hevalbendên pyd navê înê guhertin û kiribûn: ‘’îna ala rengîn’’, lê çi ala rengîn, alek ku mîna ya eşîra Bamum bû. Bi gumana min, eger wan ala kurdî hildabana kesekî gazin nedikir, belkî herkesî bigota: bijî û her bijî.
Bi gumana min, eger partiyek din bi eynî kiryarên pyd rabûba, dê ji hêla pyd ve bihata şermezarkirin. Pyd baş dizane ku dîrok tê nivîsandin û mîna dadvanekî adil dê ji berebabên tên û pêşerojê re rastiyê bibêje.
Birêz Salih Mislim Mihemed serokê pyd ji malpera Avesta Kurd re di derbarê kongireya li pêş axivî,  gotin û helwest in baş da, êdî her kes bi hêviye ku ew kongir dawiyê li kiryarên pyd bîne û bibe destpêka yekkirina helwest û gotara kurdan.
Lê, eger pyd wan kiryaran nerawestîne, eger di nêzîktirîn wext de helwest û gotara kurdî nebe yek, gumanek heye ku kurd bi hev kevin û rêjîma sitemkar a li ber rûxandinê bi me û bi aqilê me bikene. Bi hêviya ku her kurdek li cihê xwe guman bike ku bê wî yekîtiya kurdan çê nabe, êdî ji baştiyê pêve nake.

26/07/2011

Daxwiyanî û ragihandinên ciwanên şoreşê yên Dêrka Hemko, Amûdê, Serê Kanyê û Qamişlo, di bin linka li jêr de.

http://www.mediakurd.com/detailsa.aspx?an=1628

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…