Segvan Xelîl: Spasiya Sersaxiya min

Di dest pêkê de, Ez silavên gulbirêz diyarî hemû aliyan dikim . Dost,Bira, Heval,Partî,Dezgeh,Komele û Komît, Navend, Radio,Tv, Rojname û Rojnamevan, hemû kes û bi taybet Malperên zêrîn. Ko li ser rewşa min rawstiyan û serdan pêwendî û name û nivisandin û nûçe di Radio û Tv de li her derê weşandin …
Hêjano

Dema  ez di qezayeke Trafikê re derbas bûm, rewşa û tundiristiya min di xetereke mezin re derbas bû, ko jiyana min di navbera hebûn û nebûnê de bû, tenê hebûna li ligel we evroj, ew e ko Şêremerdên yên ko bi navên xwe Polis, zû gihan ser min û ez felat kir im .
Sedemên vê buyerê, jiber rewşa seqa li America û bi taybet bajarê min Indiana zor sar bû -17 , mere bawer dike ko jiyan ji textek qeşa ye . tevî ko em ne di riya bi lez de bûn, Tirimbêla di riwê min de dihat gelkî bi lez, berî bighêje min bi çend Mitran control ji dest çû berî da Tirimbêla min, û buyera lihevketinê çê bû . tenê min dengê lihevketinê guhdar kir, ji û wir de, ez ji hiş xwe ve çûm, û agir bi Tirimbêla min hilûr bû .
Xelkê li ser rê diçûn û dihatin, hewil dan ko min jê derxîn in, lê derî bi wan re venedibû, di deqe û nîvekê de Polis gihan, û min azad kir im .
Ez duh roja pêncşeme 10-2-2011 vegeryam mal, ji dema ko buyer çêbû di roja çare heyvê de .Heya niha min 1013 name wergirtiye ji hemû aliyan, çi bi Kurdî, Erebî, Turkî û Englizî . we bi lêpirsîna û guhdana weyî giranbuha, sersaxî û tundiristiyeke çak di canê min pişkivand, ez gelek gelek kêfxweşbûm bi nameyê we, hêvîdar im hemû jiyana we xweşî, şa û saga be .
Her şad û bextewar bin
Birayê we
Segvan Xelîl
America ,Indianapolis
Sekvankhalil@hotmail.com
001 3179389992

February/11/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…