
Dilawerê ZENGÎ
Kî serok û rêber e?
Bavê Şiyar serwer e
Taca zêrîn li ser e
Kes nîne li hember e
Tev de bêjin: Namirî
Pêşewa û serwerî
Him serok û rêberî
Perwer û torevanî
Rêça xebatê danî
Wek serokê Barzanî
Kêr nekir zilm û zorê
Serbilind çûye gorê
Ala wî tim li jorê
Xort û keç tev li dorê
Bavê Şiyar zindî ye
Navê wî sermedî ye
Şûna wî tim li cî ye
Partiya Yekîtî ye
Kî bibêje: Newa ye
Peyva dijmin li ba ye
Zikreşiyê rê da ye
Nokerî lê rewa ye.







Şîrove (0)