Helbest u pexşan

Evîn


Nisrîn Ehmed

1
Dem şaş bû.
Narvîn bû. 
Li ser vê xaka dil ziwa…
evînek awarte peydabû.
Berûvajî çîrokên evîniyê…
Dawî despêk bû!.
Peywanên zikreşiyê, serî rakirin.
Ji serdemê ve, li bendî me ne.
Were…
Em demeke  nû biaferînin.
Asoyeke li gorî baskên evîna xwe bilind bikin.

2
Evîn e…
Buhişt nameyeke di têlê telefonê re tê.
Ku tu bibûrî…
Buhar wê bi lez li van topraxan
Xemla xwe deyne.
Di dîdara te de, reng bê wate dimînin.
Dema dengê te tê…
cêwiyê êşê tê.
Roj teng dibin.
Asîman bêriyê dibarîne.
Gul diçilmisin.
tariya dûriya te bê sitêr û heyv e.
rê ne xuyaye.
bimîne…
ne çe…
nerîneke sar,
 gerdûnek evîn dişewitîne.
çûna bê wate,
hêviyan serjêdike.
bimîne…
ne çe…
ne çe.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…