Bêwar Girpirî
Dîse weke her car
Roja min li ber dawî di kevê
Ji bo careke dî şev ser min azer bi bê
Banga êvarî bi sibê re di kenê
Xewn şiyar di bin ji xewnên xwe
Di pingirin mîna min
Şiyar û razayî timî xewn û xewnin
Dûmana tutina min
Di nav reşê de winda di be
Di kevê nav ramanên mijûl bûy de
Kalî min bi xwer di bê
Û êş nayê ne jimartin
Mîna sipiya di nav reşêde
Ji porê di xwê
Û kul û derdên berê û yên niha
Li hev kom di kê
Ji kêre ez bêwarim ji bilî xwe
Eger jiyan bi xwe bêware
Di nav reşê de winda di be
Di kevê nav ramanên mijûl bûy de
Kalî min bi xwer di bê
Û êş nayê ne jimartin
Mîna sipiya di nav reşêde
Ji porê di xwê
Û kul û derdên berê û yên niha
Li hev kom di kê
Ji kêre ez bêwarim ji bilî xwe
Eger jiyan bi xwe bêware
Lewma Bêwar bêware