Helbest u pexşan

Îdî nemame zarok!

 
Ehmed Bavê Alan

Ezê ji pêçeka jiyana xwe
Rûpelekî jêkim!
Û li xêza dawî
Çîroka evîna xwe bi tere
Bi nosim
Çimkî çîroka min bi tere

Pirr hindike
Ezê  memika giriyê xwe
Li nav meya zelal bixim
Ta tû jê serxweş bi be
Ezê dergûşa temenê xwe
Bikim kunca
Bûk û zavê
Û tenê tû xemla kuncê be
Ezê diyarîyên xwe
Di gel xwe
Diyarî te bikim
Tê bîra te ez zarok?
Û ez evîndarê te
Tê bîra te?
Ez çi mamoste bûm
Di evînê de!
Min gelek şev bê te derbas di kirin
Û her min digot:
Ez evîndarim
Û eriya te nebû
Te gelekî hestên min jenandin
Te gelekî ez arandim
Û min jî de şevan de
Xwe di şewtand
Tê bîra te ez  zarokekî  evîndar?
Û niha!
Piştî salan ez ciwan kirim
Û ji nîşkêve tû pêrgî min bû
Û wan sala tû qurmiçandibû
Min di çavên te de
Evîn dît
Mîna evîna sîpîtiya min
Û te gote min:
-Tê bîra te ti zaro bû!
Û evîndar bû!
-ew nizanê ku  ew arandin û jenandinên dilê xwe
Min vemirandin
Û ez ji laşên pîrekan re
Bûme şahinşah
Û îdî nemame zarok!?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…