Helbest u pexşan

Li ber Dergahê te


Azer Osê

Ezê li ber dergahê te xweda !
û yên ku te!
mîna xwe wan dayî,
bê guneh,
bê dudilî,
mîna Ezmanê te,
şipyayî rawestim
û
çîroka eşqa xwe,
rabûn û êşa xwe,
girî û kenê xwe
 ji te, û ji wan re,

vegirî bibêjim.
……………………
Li pê te û wan
sitrana jîna xwe dibêjim
sitrana hatina xwe,
mîna, demsalên te
û salên gernejîna  hezkiriyên te
dibêjjim.
……….
mîna xwe, ji axa te
ez fêr dibim
ji çolên te, bi çol dibim
helbestê raza Yûsivê te
û Yûsivê xewna xwe dihêlim
peyvê ciwaniya roja delalê ber dilê xwe dihêlim
çira ji çûkên mizgîniya te re
hêlînan destnîşan dike
û serê sibê, awazên wan
ez maç dikim.
…………………
Di te de naghêm!
ez heme
û
ku gîham
dawî li jînê
dê we re.

25.02.2005

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…