belavokên partiyan

Serokê dezgeha Îsraîl-Kurd birîndar kirin

  Serokê dezgeha Îsraîl-Kurd Dawud Baxistanî li Enkawayê kete ber êrîşekê. Li gorî zaniyariya gihiştiye navenda me, Baxistanî ketiye ber êrîşa grubek çekdar. Kesên çekdar ew birîndar kirine. Piştî bûyerê, Baxistanî rakirine nexweşxanê. Rewşa Baxistanî ber bi başiyê ve diçe.
Li gorî zaniyariya ji aliyê Baxistanî ve hatiye dayîn, êrîş ji aliyê alîgirên Nûrî Osman ve hatiye kirin. Osman endamê dîwana encûmena wezîran li Herêma Kurdistanê ye.

Di beyana Baxistanî de tê gotin ku, ew qet ne li dijî Osman bûye. Çi pirsgirêkên wî bi Osman re çênebûye. Lê Osman êrîşa li dijî wî organîze kiriye. Di dema bûyerê de, komek çekdarên Osman êrîş birine ser wî. Êrîş li ber çavê Osman û bi rêvebiriya wî çêbûye. Osman însîyatîfa xwe bikar aniye û bûyer bi çi hêz anjî pirsên malbatî ve ne girêdayî ye.
Me xwe gihand navenda Israil-Kurd li Kurdistanê û zaniyariyên ji rojnamevanan hatiye girtin wisa ye:
Di rewşek wisa de ku, gelek welatên cîhanê têkiliyên cewaz bi Herêma Kurdistanê re datînin û hikumeta herêmê jî hewil dide rewşa mafê mirovan li Herêma Kurdistanê xurt bike, pêkhatina bûyerek wisa û êrîşa ser serokê dezgeha Îsraîl-Kurd li Kurdistanê Dawud Baxistanî qet nexweş e. Divê pêkanînên li derveyî demokrasiyê qet neyêne pejirandin û Hikumeta Herêma Kurdistanê pirsa êrîşa li ser Dawud Baxistanî pir cidî bigire. Baxistanî piştî tedawiyê, li dijî êrîşa li derveyî demokrasiyê dê gavên pêwîst bavêje.

EuroKurd News – eurokurd.net

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…