nameyên sersaxiyê

Behînameya Sersaxiyê
Rêzdar: Hemîd Hac Derwîş.
Serpereşt, endam û hevalbendên Partiya Demoqrata Pêşverû yên rêzdar.
Malbata nemir Temir Mistefa.
Nûçeya koçbarkirina têkoşerê mezin Temir Mistefa,  em xemgîn û dilzar kirin, ew xebatkarê hêja valahiyeke mezin li dû xwe hîşt, welatperwerkî bilind di van rojên dijwar de me wenda kir, Xwedayê mehrîban wî bi dilovanî û aramiya xwe şa bike û ciyê wî bihuşta rengîn û sermedî be. Careke din serê heval, hogir û malbata wî sax be.

Welîd Mûsa (Bavê Aras)

Lohne/Almaniya

———

Hêjayan, Serokatî û endamên partiya pêşverû
Malbata gorbihişt,têkoşer Temir Mistefa ( Bavê Salar )
Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçbarkirina hêja Temir, endamê bîroya siyasî ya partiyawe PPDKS, bê guman koça wî ziyaneke bo tevgera kurdî, herweha bo gelê kurd bi tevayî.
bi vê helkeftinê em sersaxî ji malbat..partiya gorbihişt re dixwazin, herweha em ji xweda lava dikin ku wî bi dilovaniya xwe şa bike.

Partiya Demoqrata Kurdiya Sûrî (P.D.K.S)
(Rêxistina Elmanya)

———-

Berêz mamoste Ebdilhemîd Derwîş,
Endamên komîta Navbendî yên têkoşer !
Min bi xemgînî nûçeya koçbarkirina têkoşerê mezin Temir Mistefa bihîst , windabûna wî  li nik  her welatperwerkî cihê êşê û dilzariyê ye ,bila serê we û serên  hemû  kurdperweran û malbeta wî sax bin .

 Dr. Ebdilmecît Şêxo 

———-

Serkirdayeta PDPKs
Malbata Xwedê jê razî Temirê Mistê
Kofletê Xwedê jê razî
Ez Serî saxîyê  ji Partîya  Demoqrat  a pêşverû a kurd li Sûrîyê Serkirdayet û Endam û Malbat û Kofletê xwedê jê razî Temirê Mistê endamê polît Bîroyê  û miletê Kurd bi koçbûna dawî a xwedê jê razî , û ji xweda bi hêvîne ku wî bi Buhuşta xwe şakê û dawîya Şînîyê be .
إنالله وإنا إليه  راجعون

Serbest Ferhan  – Elmanya

———-

Mamuste Hemîd Hecî Derwêş
Endamên partiya dimoqratî pêşverû
Malbata  rehmetî  Temir Mustefa

Bi dileî xemgîn me nûçeya koçkirina têkoşer û welatpaêzê kurd Temir Mustefa bihîst, Yezdanê gewre wî bi dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bihîşta rengîn be.. Bela serê we, serê tev neferên malbata wî û serê gelê kurd sax be, ji heval û hogirên wê re, sebir û aramiyê hêvî dikim, ji zarok û mirovên wî re temenekî dirêj di xweşiyê de.. Ev rê li pêşiya me teva ye..

Konê Reş
Qamişlo

————

Rêxistina Elmanya ya Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Mamoste Hemîd Derwêş,
endam û hevalên PDPK.S,
bi xemgîniyeke pir kûr me nûçeya koça dawî ya xebatkar û rêzanvanê bê hempa endamê nivîsgeha rêzanvanî ya partiya me mamoste Temir Mistefa bihîst, di vê dema ku gelê me pêdivîya wî bi kar û çalakiyên vî mêrxasî hebû, destê qederê ew zû ji nav me bir, lê kar û xebata wî ya bi dehên salan di ber pirs û mafên dimoqratî de li Sûriyê û bi taybet yên miletê Kurd, paşdemayiyeke pir bi nirx ji me re hiştiye, û mirovên wek xwedê jê xweş bavê Salar wê timî di nav miletê xwe de nemir bimîne.
Bela serê malbat û miletê me û hemû hevalên partiya dimoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê sax bin, û xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.

Rêxistina Elmanya ya Partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Elmaya
16.01.2010

—————

Mamoste Hemîd Derwêş,
heval û endamên PDPK.S,
malbata Temir Mistefa,

vê nûçeya nexêrê ya koça dawî ya xebatkar û tekoşerê hemû demê endamê nivîsgeha rêzanvanî ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê mamoste Temir Mistefa îroj em pir xemgîn kir.
Helbet em ê kar û çalakî û berdestiya ku bavê Salar ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd kiriye, tucaran ji bîr nekin, ji ber wê keda wî jî wê ew tim û tim di nav dilê gelê xwe de nemir bimîne.
Bela serê malbat û hevalên partiya dimqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê saxbin û cihê Xwedê jê xweş li bihişta nemiran be.

Bawerê Omerî
16.01.2010

————-

NÛSÎNGEHA SILÊMANIYÊ YA (PDPKS)
WÊ EZA HEVAL TEMIR MISTEFA VEKE

Nûsîgeha Silêmaniyê ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya, wê Eza Hevalê xebatker Temir Mistefa (Endamê Mekteba Siyasî), li darbixe , ku katjimêr 3 piştî nîvro , Roja Şemiyê (16.1.2010), li Bajarê Şamê Dilê wî yê Mezin sekinî ..
Di vê derbarê de wê Nûsîgeha Silêmaniyê ya Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya , sersaxiyê qebûl bike bi amadebûn Mêvanan li baregeha xwe li bajarê Silêmaniyê , yan jî bi riya vê Êmêlê : solin1958@hotmail.com
Emrê dirêj bo we tevan
17.1.2010
Nûsîgeha Silêmaniyê ya
Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Sûriya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Sûriyê, piştî salên dirêj yên şer, parçebûn û wêrankirinê, derbasî qonaxeke pir hestiyar bûye, qonaxeke ku dê rengê dewletê û paşeroja têkiliyê di navbera pêkhatiyên wê de ji bo salên pêş de destnîşan bike, ku ji hemû aliyan tê xwestin ku ji mentiqê serdestî, mandelkirin û tunekirinê derbasî mentiqê lihevhatinê û avakirina dewletê bibin….

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…