Helbest u pexşan

(Evîn ewe)

 
Ehmedê xursê

Evîn ewe….
ku bi vedenga
navê tere velîzim
can pûç û xav

                 bimîne
di derya evîna tede
                    ber pêl bibe
dema ku girav
           sawîr û xewn bin
tenê girînekin çavê te…
veşara mizgîniyê bin
Evîn ewe …
ku bi pêjna tere
bibe qeb qeba dilê min
çirrrîna kewekî ribat
dike ji rikeya sînga min bifire
Evin ewe …
ku rûqalî pencera te
temen
libên tizbiyê bibuhrin
bi çira te re
dilê min vêkeve û vemire

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…