Gurzek helbest

Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Em hevalin

Qamişlo em hevalin
Bişîn silava
Silavên germ germî
Zelal
Li ber bayê rojava
Xwêdana rokê
Rêke buharî
Silavên hevaltî
Rûpelek
Xwendine
Qamişlo em hevalin
Ji ana
Ji berê
Perçe bib heyvê
Ji cigerxwîne têkilî
Dilopeke helbest
Bibarîn
Pencera dilê min
Pîrozbe birîn
Qamişlo em hevalin

*  *   *

Lîska demê

hêsirê nîvê şevê
agirê binê mûmê
nerînên serê sibê
tev geriyan û civîn
civata lîska demê
silav dida pencerê
roka sor
li ber çavan hejiya
jêr û jor
agirê serê çiyê
keskaya dilê xakê
bayê reş birevîne
zû bîne
wêneyekî evînî
ji pirê
ji hesin herikî
xwîn û zor
birim hindir bi zorê
kilîtên berê şevê
agirê binê mûmê
nişana lîska demê

*  *   *

Mizgîn

deng dane cîhanê
qamişlo mizgîne
kurd rabûn dîlanê
dîlanek bi xwîne
volqanek ji kula
germe bi rivîne
hemî sawêr û tirs
têde mirîne
bibhîze cîhanê
mizgîna dêrikê
bersiva besivê
sîng hember tivingê
bi dehan pakrewan
tije bûne zindan
mêrxasî nav têdan
ji mere bû nîşan
li Amûd û Efrîn
li derveyî welat
zorava hejiya
tanî bi roj hilat
lîsikek barandin
bi zor û bi şewat
bi leşkerên giran
girtin ser welat

*  *   *

Ji şêrîn re

ji çavên te min vexwar
peyalek evîn
di dil de nebû dilopeke şewq
yan ezmanekî şîn
di valayê de digerya
gereke giran
ne şahî ne derd
ne êş û birîn
sîberên te man
hevalin çava
nûroz û buharan
li te digeryan
li hev tû pêça
xiste reşkê
Zevîke vegeş bû
Tîpên şêrîn
Strana bayê Xerbî
Bi dengê şîlî
Min ji tere xwendî
Di în û şevên bi jîn de
Zivistan hat
divêt bibî buhar
nemir şêrîn veger şêrîn
êvara mirnê
Hêsreke mêrxas
Ji çavên bê Hêvî
Bi çelq rijand
Dil pêre livî
Ji nav parsiwa
Xwe pekand
Zingîn li azmana zîz bû
Hewara dilê Bazdayî
Ji sîngê Xwe ne gihand
zûre zûrê Ezman çirand
şêrîn nemir
êvara mirnê
Xama min xwe tingirand
Şevbuêrkê li min şev tewirand
êvara mirnê
Kom civînên stêra
Roj û şevê Li hevdû gerand
Hilêlîkê
Vê nîv şevê
çav şiyare dewsa peyên sêmînara
sikaka li hev gerand
helbesta min
li nav helbesta
maye bê Deng
guhdar ne man bi rêketin
ji kaniya reş
ji kaniya sipî
hirmas nema vexwar
xabûr li min serî hejand
çîroka min bi demê Re
sêwî maye
pênûsek li ser kaxezê
Ma bê Xwedî xwe şewitand
şêrîn nemir
şêrîn veger

12-9-1991

hêsirê nîvê şevêagirê binê mûmênerînên serê sibêtev geriyan û civîncivata lîska demêsilav dida pencerêroka sorli ber çavan hejiyajêr û joragirê serê çiyêkeskaya dilê xakêbayê reş birevînezû bînewêneyekî evînîji pirêji hesin herikîxwîn û zorbirim hindir bi zorêkilîtên berê şevêagirê binê mûmênişana lîska demê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…