Nûçe

Ahenga roja cîhanî ya jinê li bajarê Şilêswîg

Li bajarê Şilêswîg (Schleswig) li Elmanyayê Roja 09.03.2025 Komeleya Kurdî-Elmanî li avahiya (Kultur L) ahengek derbarê roja jinê a cîhanî li dar xist…
Aheng bi Elmanî û bi Kurdî (Soranî û Kurmacî) ko pirogram ji hêla nivîskar Şîlan Doskî ve hatiye amadekirin û pêşkêşkirin…

Kevalên ahengê li ser rewşa jinên Kurd li Kurdistanê û li derveyî welêt û li ser rewşa jinê bi giştî û giringiya evê rojê axivîn û bi gotar, helbest, stran hatine pêşkêşkirin..

Herweha li ser hêz û liberxwedan jina Kurd û navdariya wê ji hilgirtina pênûs û çekan re ko li dijî dijminan mil bi mil li gel mêrê Kurd tekoşînê dike.
Li ser tundûtûjiya li jinê dibe babetek bi Elmanî û Kurdî hate xwendin….

Roja nehê adarê Bîranîna hunermendê mezin Mihemed Şêxo ye, beşek ji ahengê ji bo evê bîranînê hate terxankirin, amadebûyan li gel xwendina helbestekê, straneka hunermendê navdar digel hev stran…
Jinên Kurd gelek cûreyên şêranî û xwarinên kurdewarî amade kiribûn
Tewera dawî ji ahengê gul li hemû jinên amade hatin belavkirin…
Aheng bi çend dîlanên folklorî bi dawî bû..

Têbînî: Teknîk û amûrên deng ji hêla Mamoste Amed Doskî saz bû.

Beşê Ragehandinê
Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: nivîskar

Yekxistina Pêşmerge 

Ali Jouma Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew…

Kobanî

Helbest: Rewan Oso Kobanî, dîtina te tevdana birînan e, Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e… Dema herikîna hêsiran, Xak…