Rapor

Rapor li ser semînera felsefî ya Dr. Caso Wezîr Serhedî li Düsseldorfê

Kombûna Zanyarên Azad: Di roja Şemiyê, 24.10.2026an de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorfê semînerek felsefî bi beşdariya Dr. Caso Wezîr Serhedî li darxist. Semîner bi rêveberiya nivîskar Rêber Hebûn, rêveberê Kombûna Zanyarên Azad ve  pêk hat û gelek kes beşdarî vê civîna zanistî û hişmendî bûn.
Di vê civîna felsefî de, beşdaran li ser mijara felsefeyê, rola wê di avakirina hişmendiya mirovan de û bandora ol û kesayetiyên olî li ser jiyana civakî, siyasî û çandî ya Rojhilata Navîn gotûbêj kirin. Herwiha, mijara têkiliya di navbera felsefe, bawerî, azadiya ramanê û pêşketina civakê de bû yek ji xalên sereke yên gotûbêjê.
Di dema semînerê de, beşdar bi awayekî vekirî beşdarî danûstandinê bûn û ramanên xwe li ser rola felsefeyê di pirsîn, nirxandin û berketina rastiyên civakî de parve kirin. Taybetmendiya vê civînê ew bû ku mijar ne tenê ji aliyê teorîk ve hatin nirxandin, lê di heman demê de bi rewşa civakên Rojhilata Navîn û bandorên dîrokî û rewşenbîrî yên li ser wan ve jî hatin girêdan.
Ev semîner derfetek bû ji bo danûstandina azad, guherîna ramanan û nêzîkbûna ji mijarên felsefî bi nêrînên cuda ve. Beşdariyan gelek kesan jî nîşan dan ku mijarên felsefî û pirsgirêkên hişmendî hîn jî di nav civaka kurdî û derveyî wê de girîng in.
Kombûna Zanyarên Azad bi rêxistina vê civînê ve armanc dike ku derfetên Danûstandina azad, pêşxistina hişmendiya rexneyî û danûstandina zanistî di nav civakê de xurt bike.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yê ne li şer e şêr e.

Bavê Zozanê Min nivîsên gelek kesan di derbarê mihrecana helbesta kurdî ya 2026an de, ya ku li Essen ê tê lidarxistin, xwendin.…