Çîrok

Gulistan qelenga xwe dide.. Kurteçîrok

Dr. phil.Ebdilmecêt Şêxo
Gulistan keça Serbest e,ewa li Efrînê mamosta xaknîgariyê ye,lê bavê wê jî li Reco mamosteyê civaknasiyê ye,ewa baş dizane ku bavê wê hîn xwe ji pir gerdîşên civakî yên şûnketî rizgar nekiriye, wê hîn jibîrnekiriye û rind zane ku bavê wê qelengên du xwîşkên wê pir xwastine,Gulistan baş jî zane ku ji bavê wê re ne giring e ku ewa jî mînanî du xwîşkên wê bibin qurbanên qelengên bilind,erê ji wî re ne giring e jî ku hedu keçên mezin di malê de pîr bibin,lê mixabin dayik û keçên wî newêrin lêvên xwe jî li hember Serbest vekin û hema ba jî li ber lêvên wan nakeve .
Gulistan bi xwe re dibêje:Weleh ez nahêlim bavê min bi çarenûsa min jî bilîze,ez zanim ezê çi bikim!!Ezê xwe di ser hemû yasayên civakî yên kevneperst û paşdamayî re bavêjim û çi dibe bila bibe!!!Ezê dîlberê xwe ji tunebûn û tengasiyê rizgar bikim,erê,erê çi dibe,bila bibe!!!
Ez Ji roja rojê de sêçarek ji mehaneyên xwe vedişêrim û çarekeke tenê didim bavê xwe,lê ez zanim ji bo çi ez diravên xwe vedişêrim,ez naxwazim diranên çarenûsên herdu xwişkên min,min jî gez bikin,bavê min herdem dibêje:Eger kî qelengên keçên min pir bide min,ezê keçên xwe bidim wan. Lê ez jî zanim dilberê min mamosteyekî belengaz e,mehaneyên wî jî pir kêm in,bi ser vê rastiyê de jî; ew pir caran neçar dibe alîkariya dê û bavê xwe bike.Na!Na! Lê ez ne bizin im û ne mîh im ku bavê min,min li bazara dewêr bifroşe!Na!Na!
Gulistan di dilê xwe de herdem dibêje:Na!Na! jiyan ne wisa ye,gelo çê dibe ku dil û giyan bi zêr û peran werin firotan? Na!Ezê bi hemû şêweyan li dijî hemû diyardeyên kevneşopî û şûnketî rawestim,ezê tiştekî bikim ku hîn tukesî û tu keçan nekirîye,na! Ez bi dergîstê xwe re narevim,ez namûsê dê û bavê xwe naşkînim,ez xwe erzan jî nakim,lê ez zanim,ezê çawa xwe û evîndarê xwe jî ji kevneşopên zingarî rizgar bikim.
Min sêçarek ji mehaneyên xwe di hundir çend salan de civandin û min ew bê agahiyên dê û bavê xwe di dibistanê de radestî dilberê xwe Lezgîn kirin,
Lezgîn bi min re got:Lê tuyê çawa derewan li dê û bavê xwe bikî?Bi Xweda, eger ew vê rastiyê bizanibin,ezê pir û pir ji ber xwe ve şerm bikim.

Gulistanê yekser gote wî:NA!NA!Tu şerm neke!Û ez jî şerm nakim û natirsim jî;pir kesên siyasetmedar û navdar jî hene ji bo berjewendiyên xwe derewan li hev û li gelê xwe jî dikin,lê em li xwe û li gelê xwe derewan nakin,em tenê dixwazin şoreşeke civakî bi awayên taybet lidarxînin û diyardeya evîniyê vejînin,yanê xopandina min ji bavê min re dermana hişê yê û nîşana berxwedaneke dadmend e.
Di roja din de Gulistan yekser rêdan ji dê û bavê xwe xwest ku ewa here Helebê bi buhaneya ku pêwîst e, ewa karekî xwe di rêveberiya perwerdê de biqedîne û ewa çû,lê ya rast ne wisa bû,ewa ji xwe re baş li kolanên Ezîziyê geriya û beriya êvarê jî ew destvala û bê diyarî ji dayika xwe re û bê çenta xwe vegerîya malê.
Ewê yekser xwe çekir hembêza dayika xwe pir dagrî û got:Dayê! Dayî! Tu nizanî li Helebê çi bi min re derbaz bûye?Tu napirsî ji min,kanî çentê te ??
Erê,erê keça min kanî çentê te?Te li ku derê ewa jibîrkiriye??
Na! Na! Dayê!lê tu nizanî çibû,tu nizanî çi bi serê min hatiye!!!Beriya ku ez herim navbenda mamostan,ez diçûm Bangê ta ku ez perên xwe di wir de veşêrim,tu zanî li Efrînê dizî û şelandin pir bûne,lewra min bi xwe re got:Pir baş e ku ez perên xwe di Bangê de veşêrim;erê dayê ez pir nêzîkî Bangê bûbûm,teresk bêbav bi matora xwe di rex min re derbazbû û yekser çentê min ji dest min qepirand û reviya,min bang kir û bi dengê bilind got: Diz,Diz,!!Asayişek dewletê jî di ber min re derbazbû û ji min pirsî;çi bû???Çi bû???
Min got:Dizekî çentê min ji dest min qepirand û bi motora xwe reviya.
Asayişê dewletê henekê xwe bi min kir û got:Belkî ew jî dixwaze bijî û zarokên wî jî birçî bûne,lê Xweda selametiyê bide te,tu zu vegere mala xwe!Erê dayê lê pir baş bû ku nasnama min di beriyê min de bû,ez bê alozî vegerîm Efrînê..,lê dayika Gulistanê jî rebeneke jinan bû, çi zane ku beriya ewa here Helebê,çûbû cem evîndarê xwe û hemû perên xwe rsdestî wî kiribûn û gotibû wî:Tu netirse! Di vê Buharê de werin mala me û min bixwazin,bavê min çiqas qeleng ji bav û diya te xwest,bila ew ne bêjin na !Ew perên ku min dane te,têra bavê min dikin,ERÊ EZ KANIM DERDÊ EVÎNA XWE Û TE BI PERAN ÇARESER BIKIM LÊ TU XEMAN NEXE !Di Buharê de herdu dilên evîndar gihane hev,keça evîndar hemû şêweyeên şûnketî bi vîn û hezkirina xwe şikandin,erê ewê dubare li bav û
diya xwe kir,lê ewê bi perên xwe,xwe û dergîstê xwe ji zordestiyê kirî û zincîra kevneperestiya civakî bi hişmendî û camêriya xwe qetand û namûsa xwe jî bi cevayên xwe kirî û hemû mercên kevneşopiyê bi derewên xwe yên rewa binpêkir,lê herdem pirsek felsefî xwe çedike holê,gelo!Carna derew jî dibin kilîtên deriyên azadiyê û rûmetê !!!!!
Erê ! Gulistan bi xwe û evîndarê xwe re dibêje:Min xwe û tu bi diravên xwe ji setemkariyê rizgar kirin,lê ez niha xem û qisawetên keçên din dixwim, ma gelo hemû keçên me mamoste û karmend in?Ez nizanim !!! Ez dibêjim belkî em rêxistineke taybet ji keç û jinan li dijî qelengan ava bikin,ji ber ku partiyên me ji bo me ne vala ne,lê ew tenê kanin ji bo kursiyê sed rêxistinên jihevşehtî damezrînin .

Efrîn, 8.03.2026

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…