Çîrok

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso

*Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt…

Nebêjin, nikare bibêje, ez bi xwe çîrok im, bi xwe jî dîrok im…
Bajarê min, pirsên xwe ji çavên min bike, bersivan jî tu dikarî li ser herikîna hêsirên min bixwîne!
Ez ê bibêjim û ne ji çi kesan ditirsim, piçûk û delaliya malê bûm, di nav lîstokan de hişyar û geh raketî bûm, min tinazên xwe bi wan dikir, wan jî sîle li min didan, her yekê ji wan jî, min navek li wê kiribû…
Bi tena xwe min malbata lîstokan bi rê ve dibir…
Ez dêya wan bûm ew jî hemû zarokên min bûn, min serê wan pak dikir , laşê wan zuha dikir, min xwe ji erkê wan kêm ne dikir…
Zarokino! Li min vedigerandin: Bêje dayê bêje! Wisa min şev digihand nîvî, lê carina di xew re diçûm, lîstokên min şiyar diman…
Sibehê zû hişyar dibûm, berî rûyê xwe bişom, min bi destê wan digirt û min ew dibirin serşok û destşokê û ew hemû pak dikirin…
Şevekê ez û lîstokan bi hev re gêj bûn û wisa guman dikim, em bi hev re di heman kêlîkê de di xew re çûn…
Tarî bû, gund tev tarî bû, kolan hemû tarî bûn, lîstokên min jî ji tariyê wek min ditirsiyan…
Berî berbangê bi kurtedemekê bi teqînên pir dengbilind ez hişyar bûm û min bi tirseka pir dijwar çavên xwe vekirin, bê agahiya xwe min lîstokên xwe himêz kirin, wan jî xwe avêtin himêza dêya xwe, ji nişka ve li deriyê malê ket, bi hêz û gurmegurma derî mal hemû rabûn ser xwe, hêj bavê min derî venekiribû, bi hêza fîşekan derî hate vekirin!

Min xwe di pişt dergûşa lîstokan de veşart û çavekî xwe vekirî hişt, tev ku tarî bû ewan zilamên rûpoşkirî lampe bi wan re hebûn vêxistin û bê pirs û bê bersiv malbat dan ber gulleyan…
Qîrîna dê û xuşka min di qirika wan de nîvco bû, ew û bav û birayê min di nav xwînê de man! Deng ji min nehate der, wek bûkên xwe lal bûm, hêsiran xwe di çavên min re avêtin… Çeteyan mal ji hev xistin, kesekî din ne dîtin, bi lez û bez derketin, bi zimanekî dî dipeyivîn, ez tiştekî ji wan nedigiham, ne min dikarî bû deng bikim…
Ji tirsan re jî min dizanî bû, nivîna min şil bûye…
Bi derketina wan re teqîn ji derve hat, ji aliyê çepê mala me, ji aliyê rastê yê mala me dihat… Hawar û qîrîn dihat, bilind dibû û dîsa ew qîrîn wek ya dayik, bav, bira û xuşka min nîvco dibû, waxxxxx… waxxxxx…!
Min ne dizanî, li ber filmên karton im, ne li ber şerê cinan im, wek gava ko dêya min di çîrokan de ji min re digot…
Xewn e, nizanim, xew e, nizanim, serê min pir dêşiya, laşê min hişk bibû, wek qeşê jî sar bibû, dilerizîm, diranên min li hev diketin..

Dilê min bi hêz sînga min hildida, zikê min jî navkutk dikir…
Min tucaran xwe bi tenê ne dîtibû, min nizanî bû mirin çi ye, ne min xwîn dîtibû…
Tiştekî seyr bû, lê nedîtî bû.
Sosret bû, tenê di ewê dîmenê de min dizanî bû, malbat hemû bêdeng bûne, ez li xwîna wan şemitîm, hustê min hindik mabû ku bişikê û zimanê min bi şaşitî gotin digotin…
Min bi xwe jî nizanî bû, ez çi dibêjim…
Dîsa min û lîstokên xwe hevdu himêz kir û em bi xemgînî, bi girî, bi ser hevdu de ponijîn…
Destê min ji wan ne dibû, lê ez û ew di nav xwîna herikî de man…
Ditirsim, dayê ditirsim … Ditirsim bavo ditirsim… Ditirsim xuşk û bira ditirsim…
Axxx hawar hawar! Bi çarlepikan min xwe gihand hewşê, teqîn hino hino dûr diket, min hest kir ku diçin û dûr dikevin…
Hatim ber dîwarê ku di navbera me û cîranê me de ye, li ber nêrdewanê rawestiyam û qîrîn bi min ket, qîriyam, bi dengekî nayê pesindan, min xwîn ji ser rûyê lîstoka xwe paqij dikir û dîsa ew himêz dikir…
Bala min çû ser nalînekê ji pişt dîwarê me dihat, nalîn û nihwirîneke bi şewat, bi zimanekî giran û gotinine tevlihev bang dikir: Berkel… Berkel, min tenê ew zanî bû, ji kurê xwe re dibêje, an bang wî dike!
Berkel kurê cîrana me bû, di temenê min de bû, berî bûyerê bi rojekê, ez çûm mala wan me bi hev re hinekî lîst, lê lîstokên me ne wek hev bûn, min nikarî bû digel bimînim û ew dîtina dawî bû…
Dengê cîrana me bilindtir bû, bi girî û qîrîn ez bi ser nêrdewanê ketim, ji hêrs û tirsa di dilê xwe de min bang kir: Xaltîkê bavê min hemû bi xwîn e, anê hemû bi xwîn e, Rojîn û Hiso xwîn ji wana diherike û bêdeng in!

Şorê nakin, anê di nav xwînê de di xew re çûye…
Digirîm û digirîm, kesek li min venagerîne!
Qîrîn bêtir bû, bêtir bû: Berkelê min hawar hawar hawar!
Qîrîn ji hemû aliyan ve, qîrîn ji hemû dîwar, kuç û kolanên sêwî bilind bû…
Dilê min bêtir lê da, bêtir dilê min xeliya, bêhna xwînê fûriya, keliya, bû keldûman, bû ewr, bû baran û bi ser rewanên dê, bav, xuşk, kalemêr, pîrejin, keç û kurên gundiyan de bariya bariya…

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Vexwendina Mihrecana Helbesta Kurdî

Komîta Mihrecana Helbesta Kurdî û Komeleya Wolfsburg ya Çandeya Kurdî Heweyên hêja vedixwînin ji bo Mehrrecana helbesta Kurdî. Li hola komeleya Wolfsburgê…