Rewan Oso
Ximav zêr bû nivîsand
Me li ser riya wî şopand
Şêr û mêr bû kurdî xwend
…
Kurdî şêrîn ziman e
Tîp giran û buha ne
Berhema Celadet Bedirxan e
…
Dil buhuşt e bi xwendina wî
Ziman bişkoj e bi gotinên wî
Jîn ronî ye bi hebûna wî
…
Kurdî evîn û doz e
Li ser şopa wî soz e
Bi gel netew û hoz e
…
Tune nabe, zêrîn e
Di dil de nav evîn e
Pir piştgir û nalîn e
…
Kurdî ye zimanek cuda
Di nav bax de bêhnek nû da
Di nav gel de dengek veda

Şîrove (0)