Rewan Oso
Li ber sînorê koçkirinê di bin tirsa çûyîna bê veger de, dayîkên Kobanî hêsirên xwe û zarokên piçûk yên ko nizanin çima digirîn, bi hûçikên kirasên xwe da dimalandin.
Li ber sînor çav tije hêsir û rûsar hemû di bendewariyê de bi rojan man, heta ko bêhna xwînê bi ser wan ket û deriyê sînor ji wan re vebû, êdî Kobanî tev ketin himêza sînorekî din, zimanekî din, warekî cuda û çarenivîseke nediyar.
Hin bê bav, hin bê bira, hin bê xwedî çûn… Di ewê şepirzekirinê de hin ji wan penaberan xwe li nasên xwe girtin ko li bal wan bimînin…
Hin jî ketin bin çadiran û di bin berf û baranan de kar û barên xwe bi rê ve birin..
Milet di rewşeke pir astengî û çetin re buhirî… Roj bi roj jî şer li meydana Kobanî û derdorê girantir li wir dihat… Di encamê de bi yekbûna hêzên kurdî û bi alîkariya hevpeymanan Kurd bi serkeftin û
Kobaniya wan ji bin destên xwînmijên rihdirêj derket û di heman derfetê de roja vegera piraniya penaberên nêzîkî sînor hat û bi refan milet li malên xwe vegeriyan…
Vegeriyan, di demeke kurt de bi cih bûn û hin ji wan nikarîbûn vegerin, çimkî bê cih û war mabûn…
Mixabin, rewşa aramiyê demkî bû û berdewam ne kir, êş, kujtin û komkujiya mezin piştî vegerê çê bû. Ew ya ko bi “şeva bêbextî” hate bi nav kirin…
Piştî vegerê li bajêr û hin gundan, çeteyên rihqirêj di şevekê de li Kobanî û gundê Berx Botan belav dibin, bi sedan mezin û piçûkan didin ber kêr û fîşekên xwînrêj.
Lê li qunca hewşeka mezin di bin nivînên ko di xwîna piçûk û mezinên xwe de nimiyayî de du laşên piçûk xwe li hev bada bûn xwe ji guleyeyên kujeran diparastin, ji bo ew xwe ji kîna rihdirêjên hov rizgar bikin, yek ji wan ruhê xwe dike devê xwe û nêrdewanê dide ber dîwêr û rê ji birayê xwe re vedike ko xwe bavêje hewşa cîranan, lê gava birayê dî dixwaze ko li pey biçe guleyek li milê wî yê çepê dikeve, paşî li serê wî di cih de dikeve… Birayê mayî bi zikkêşê xwe digehîne ber koka dara hewşê û xwe bêdeng dike. Bi dengê nizm pistepisê dike, ew pistepist bê dengvedan ma û ma…
04.10.2026

Şîrove (0)