Gotar

Sedîq Şernexî: Helbestvan diçe, peyv dimînin

Heval û dostên hêja,
endam û hevalên rêya peyv û çandê,
Em îro ne tenê ji bo bîranîna mirinê, lê ji bo vegerandina bîranîna mirovekê ku di jiyana çandî û wêje ya me de şopeke wisa hişt ku bi hêsanî nayê ji bîrkirin.
Em îro di salvegera koça helbestvan Mizgîn Hesko de li hev in; ew ku sala borî ji nav me koç kir, lê koça wê ya ji vê dinyayê nebe sedema koçkirina dengê wê. Ji ber ku helbestvanê rastîn bi koçkirina xwe bi dawî nayê; belkî piştî koça wê, helbest û dengê wê di bîranîna mirovan de dest bi jiyaneke din dikin.
Dema em behsa Mizgîn wek helbestvan dikin, divê em wê tenê wek nivîskarek peyvan li ser kaxezê nebînin. Ji bo wê helbest, ji bilî vegotina hestan, qadek bû ji bo mirov, bîranîn, evîn, welat û wan pirsên kûr ên ku mirovê Kurd di jiyana xwe, di koçberiya xwe, di xem û hêviyên xwe de hilgire.
Mizgîn ji wê nifşê bû ku peyva Kurdî wek berpirsiyariyeke çandî û mirovahî hilgirt ser milên xwe. Di nivîs û helbestên wê de, peyv ne tenê ji bo peyvê bû deriyek ji bo gihiştina mirovahiyê, bîranînê û hestên kûr ên jiyanê.
Helbesta ku dimîne, ew helbest e ku rêya xwe digihîne dil û hişê xwendevan û dike ku mirov di nav wê de parçeyek ji xwe bibîne.
Li vir jî girîngiya ezmûna wê ya helbestî derdikeve holê.
Mizgîn di nivîsandina xwe de hestiyariya helbestvan li hember hûrguliyên biçûk ên jiyanê hilgirtibû: mirov, cih, bîranîn, winda bûn, Nostaljî, evîn û hêvî. Ji van hûrguliyan wê cîhaneke helbestî ava dikir ku reng û dengê wê yê taybet hebû.
Ji ber vê yekê, rêzgirtina me ji bo wê îro tenê erkeke li hember kesayeta wê ya koçkirî nîne; ew di heman demê de erkeke me ye li hember çanda Kurdî. Ji ber ku parastina bîranîna hunermend û afirînerên me, beşek ji parastina bîranîna gelê me ye.
Hevalên hêja,
Hin kes di jiyana me de derbas dibin û diçin. Lê hin kes hinek ji xwe di nav me de dihêlin. Ew dikare peyvek, helbestek, helwestek, kenek an jî kêliyeke mirovahî be ku tu carî ji bîr nabe.
Mizgîn Hesko ji wan kesan bû ku hebûna wan nikare tenê bi dîroka jidayikbûn û koçkirinê were pîvanîn.
NIRXÊ helbestvanê tenê bi hejmar û pirbûna helbestên wê nayê pîvanîn; nirxê wê di wê de ye ku ew helbest piştî koça wê çi li pey xwe dihêle.
Ji ber vê yekê, rêzgirtina herî mezin ji bo Mizgîn ne tenê ew e ku em li ser koça wê bigirîn; lê ew e ku em wê bixwînin, helbestên wê ji nû ve belav bikin, li ser ezmûna wê biaxivin û rê bidin nifşên nû ku wê û cîhana wê ya helbestî nas bikin.
Divê em berhemên wê biparêzin, nivîsên li ser wê û helbestên wê kom bikin û ezmûna wê di çarçoveya pêvajoya helbest û çanda Kurdî de bi cih bikin, da ku bîranîna wê nebe tenê bûyereke ku her sal carekê tê bibîranîn

Helbestvan dikare ji ber çavên me dûr bikeve, lê dengê wê di pirtûkan de, di helbestan de, di bîranîna hevalan de û di dilên xwendevanan de dimîne.
Di vê boneyê de, em hestên xwe yên herî germ û rêzgirtinê pêşkêşî malbata wê, heval û dostên wê û hemû kesên ku wê nas dikirin dikin û dibêjin:
Wendabûna helbestvana Mizgîn Hesko wendabûneke beşek ji mirovahî û çandî ye. Lê gerewa me ew e ku peyv, hest û bîranîna ku wê li pey xwe hiştiye, dê beşek ji jiyana me ya çandî bimîne.
Xwedê rehma xwe li giyanê bike ,
silav li helbesta wê,
û silav li her peyva ku wê ji bo mirov û jiyanê nivîsand.
Spas ji we re.

=========

Ev gotin di salvegera koça helbestvan û nivîskar Mizgîn Hesko de, ji aliyê Sedîq Şernexî ve hat gotin.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

RÊBERO

Ehmed Tahir Rêbero ma çi ji te kême ev qelsbûna te ji bo çiye kurd dibêjin ê xwe bike ga divê cot…