Ali Jouma
Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.
Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:
– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû
– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê PDK ve bû
Her yek xwedî serkirdayetî, îstîxbarat, fînans û çekê cuda bû. Ev yek bû sedema gelek pirsgrêka û ew yek bû sedema ketina bilez a Kerkûkê di 2017 de.
Wateya yekxistinê çi ye?
1. Ji Bo Kurdan Bixwe:
– Dawî Anîna Parçebûnê: Yekxistina Pêşmerge di pratîkê de tê wateya yekrêziya her du partiyan ji bo parastina Kurdistanê, ku bê artêşeke yekgirtî, ne hikûmeteke yekgirtî çêdibe û ne jî siyasetek derve ya yekgirtî bi rêve diçe.
– Mercê Serxwebûnê: Cîhan, bi taybetî Amerîka, bi rengekî vekirî got: “Em ê piştgiriyê nedin serxwebûna herêmeke bi du artêşên partîzan.” Artêşa yekgirtî wê bibe pasaporta Kurdistanê ye ji bo naskirina navneteweyî.
2. Ji Bo Iraqê:
Bexda ji artêşek Kurdî ya yekgirtî û profesyonel ku 200 hezar şervanên ji aliyê Amerîka û Almanya ve hatine perwerdekirin ditirse. Ew Pêşmergeyek parçe û lawaz wê karibe bi hesanî wê bindestbike. Lê di heman demê de, artêşek Kurdî ya yekgirtî û bi disîplîn dê bibe hevbeşek çêtir ji bo şerkirina li dijî DAIŞê û nehiştina vegera wê li navçeyên nakok.
3. Ji Bo Herêmê:
– Tirkiye: Bê gûman li dijî her artêşek Kurdî ya bihêz e, ji ber ku ditirse ku bibe piştevanek ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê.
– Îran: Ew mezintirîn zirarmend e. Îran her tim li ser kerta parçebûna navbera PDK û YNKê leyîstiye. Artêşek yekgirtî ya bi piştgiriya Amerîkayê tê wateya derxistina wê ya leşkerî ji Kurdistanê.
– Sûriye – Rojavayê Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge dê bibe pişt ji bo gelê kurd li Rojavayê kurdistanê. Û dê cihê Hewlêrê wek navenda biryara Kurdî ji bo hemû perçeyan xurt bike.
Çima Yekxistin Heta Niha Zehmet bû?
Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ji 2018 ve bi sedan milyon dolar ji bo yekxistinê xerc kirine, hin lîwa hatine yekxistin (zêdetirî 20 lîwayên hevbeş). Lê serkirdayetiya rastîn a Yekeyên 70 û 80 red dikirn ku bihelin.
Ji ber ku pirs ne leşkerî ye, lê siyasî, û darayî ye. Yekxistina Pêşmerge tê wateya ku partîtiyê dev ji çekê xwe berde, û ev di hişmendiya Rojhilata Navîn de tê wateya xwekujiya siyasî.
Encam:
Yekxistina Pêşmerge ne tenê biryarek leşkerî bû, ew referandûmeke rastîn e li ser yekîtiya Kurdistanê. Yekbûna Pêşmerge, xewna dewleta Kurdî dê zindî bike.