Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş bi deng û jêhatîbûna xwe ya hunerî ya bêhempa dihat naskirin, ku ji stranbêjiyê wêdetir diçû. Ewê di heman demê de lîstikvanek jîr bû di şanoyê ye de, û bi hebûna xwe ya balkêş li ser şanoyê bandorek mayîndar û pençemora xwe ser hemî kesên ku rêwîtiya wê ya hunerî dişopandin hişt. Ew beşdarî gelek çalakiyên ku ji hêla Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ve dihat lidar xistin, dibû .
Koça dawî ya Gulîstan Tahir-Sobarî ji bo rewşa hunerî û çandî ya Kurdî windahiyek xemgîn e, nemaze ji bo hezkiriyên wê û hemî kesên ku deng û hebûna wê ya li ser şanoyê nas dikirin.
Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê, li ser navê hemî endamên xwe, sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji malbat, xizm, heval û hezkiriyên hunermenda dilovan re pêşkêş dike.
Hedan û aramî bo malbatê
Serê me û we tevan sax be cihê wê bihuşta rengîn be.
Nivîsgeha Civakî
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê
05.09.2026