Hişyarê Emerê Le,ilê
Dema qeşmer dibin serwer
Tişt tev dibin bê serûber
Dizzek dibin xwedî saman
Dilsoz dimînin bê mefer
Civak hemî windadibê
Tiştên kirêt tev têne der
Xwenda û jîr, kesên dilêr
Dıbın rêwî j,welêt tên der
Çirtik dibin tev pêşîvan
Agir ve digrê hişk û ter
Şivan dibin mamoste can
Gavan dibin xweş dadewer
Welat dibê tarî û mij
Talan dibê , dibên qeder!
Şerê jîr û zana dikin
Mefê me ketiye destê ker
Welat weha xopandibê
Êrîş ji her der têtne ser
Kanîn dibistan û çira
Vemrandine ronî fener
Zarok û zêç kes tê neman
Bê xwendinî derd û keser
Xortên me tên sergonkirin
Yan têne kuştin pir li şer
Welat hemî valekirin
Millet maye bê keys û ber
Her tişt ketî destê diza
behra me ma derd û keser
Milet maye bê nan û av
Wê çewa yê birçî b,kê şer
Tişta dibê ser xaka me
Pîlaneke kurdo biner
pîlan ewe kurd bazbidin
Bibin karker bibin rêncber
Birano dê xwe bikne yek
Pêwiste pir nîne mefer
Pîlana ku îro dibê
Kurda ji xakê dikne der
Hêvî ewe rabin ji xew
Zane divê bibne rêber
Civaka xwe serast bikin
Kanyên zelal tev bêne der
Hêza kû zanîn jêre pişt
Serkeftiye ew her û her
Diz û çirtik jê bazdidin
Çara wa nîne dewr û ber
Welat geş û avadibê
Miletê wê azade her