Sersaxiya herdû medyakar: Helkewt Ezîz û Lanaz Kurdo

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha pêşkêşî hemû kes û karên wê, hemû medyakar û Rojnamevanên kurd dikin, ji dest dana van medyakarên hêja ziyaneke mezin digihîne medya Kurdî, û bandoreke neyînî li ser ragihand û Rojnamevaniya Kurdî çêdike .
Careke din ji dil û can pirs û serexoşiyê ji malbat û heval û hevkarên Lanaz Kurdo û hemû rojnamevaên Kurd re, li seranserî Kurdistanê, pêşkêş dikin, giyanê wê şad be, cihê wê buhişta rengîn be .
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
09.06.2026

============= 

Birêz Ako Mihemed berpirsê tora Medyayî Rûdaw
Birêzan hemû karmendên tora Medyayî Rûdaw, û hemû heval û kes û karên Xwedê jê xweş peyamnêrê Rûdaw Helkewt Ezîz
Bi dilekî gelekî xemgîn û bi pejar, me nûçeya koçkirina dawî ya medyakarê jîr û jêhatî, çalak û gelekî pîşeger Helkewt Ezîz, bihîst, bi koçkirina vî medyakarê hêja, ne tenê tora medyayî Rûdaw, lê hemû gelê me, û hemû medyakar û Rojnamevanên kurd, peymnêr û rojnamevanekî lêhatî, têgehiştî, mandûnenas û xemxurî gel û welatê, winda kirin xwe .
Ême weke Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye hevbeş û hemparê êş û xema we hemyan dibînin .
Silav li giyanê pakê Helkewt Ezîz, bera giyanê wî şad be, cihê wî buhişta rengîn be, serê we hemyan û serê hemû medyakar û rojnamevanên seranserê Kurdistanê xweş bin.
Komîteya Birêvrbir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye .
08.06.2026 .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…