Helbest u Vidyo

Dayik

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu vînî

Hembêza te ji bo min tac û bexte
Buhişta min tu gulavî tu bînî

Bi şîrê te welatê xwe min naskir
Dibistana resen bo min tu hînî

Ji te fêrî zimanê dayê bome
Tu helbestî bi awazek vejînî

Li hember te dibim zarokê ber şîr
Ji bo min tu buharek her bibînî

Ku rojê sed carî destê te maçkim
Hêjî kême jena dilî tu xwînî

Li hember te ser û bejnê d,çemînim
Ji bo min tu jiyanek nû vejînî

Tu pîrozî hemî roj bo te cejnin
Perîzade tu peyam û mizgînî

Ger dengê te nekim herdem melûlim
Bi dengê te geşim dayê şêrînî

Dayîk jînin ji bo mala sitûnin
Ji bo min melhema êş û birînî

Tu sêwan û avahiya malêyî
Tu zer tacî ser serê me dimînî

Keç û lawên te rêzdar û ciwanin
Hemî qencin berhemê wan dibînî

Diya Dilber Canê Peyman û Behya
Dayka Dilman , Bêrîvan û Gulçînî

Dayka Simko Hişyar û dayka Mêvan
Diya Kadar ya Vîndar û Civînî

Elmanya 24/3/2020

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…