Helbest u Vidyo

Heyva dilê min

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi tîra te vegirit
Her li ser hespê evînê serwerî

Dar û zevyê dil û hesta avdidî
Her bi hezkirnê te canî geşkirî

Girnijîna te gulê min geşkirin
Wek bihara ji wan lêvên şekirî

Pir xweşe jîn nav dil û cergê te de
Gel tebim her nav buhiştê de perî

Xwe veşêrim hundurê çavê te de
Mijankê xwe bi ser min de bigirî

Da vehesim di nav jîna tu têde
Gel tebim ez bi hestê xwe l,herderî

Tariya dil bi evinê te ronkir
Jîna min te bi hestave nûkirî.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…