Helbest u Vidyo

WELATÊ BÊ JIYAN

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li me qutke keyf û seyran
Bi mînin jar û perîşan
Welat bi be cihê wane
Çimko hene xabokerin
Gotin zane tine kerin
Xwe dikin ji rêza markis
Her demî li mey xanane
Şêş û bêşê wa hazirin
Li ser masa mey vexwerîn
Doza milet ne xema wa
Karê wa hem palvedane
Ban dikin hevdo elo kak
Dipeyivin gotinên pak
Milet dikin rû reşê hev
Ew bixwe weke birane
Rastê me xwe kirin neyar
Ji bo kurda nakin tikar
Bûne ji rêza dijminî
Çavê wa her li perane
Çepê me jî ketne rêzê
Li pey xwe hem dikin tozê
Da milet wana nebî nê
Xwe bikin ser kêşê wane
Hêvî darim ji bo zana
Ji bo hûn rê nedin wana
Bi din alî çep û rasta
Da hûn bînin kurdistane
simko me her dilê min sot
Ji zûve min ev gotin Got
Weke we welat parêzim
Bi hevre em berdin wane

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…