sersaxî

Helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî koça dawî kir (1955-2026)

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên helbestan li dû xwe hiştine, ji bilî karên wî di warê wergerandinê de.
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye sersaxiyên xwe ên germ pêşkêşî zarokên wî, malbata wî, û tevaya malbata Huseynî dike, çi li welat û çi li derveyî welat, herweha sersaxiyê pêşkêşî dost û heval û hemû hezkirên wî dike.
Ehmedê Huseynî helbestvanekî Kurd bû, ku gelek kar di warê ziman û dahênanê de kirine.
Cihê helbestvanê koçkirî buhişta rengîn be.
Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
10.03.2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yê ne li şer e şêr e.

Bavê Zozanê Min nivîsên gelek kesan di derbarê mihrecana helbesta kurdî ya 2026an de, ya ku li Essen ê tê lidarxistin, xwendin.…