Helbest u Vidyo

E F R Î N

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê kirasê bûkaniya te
Bi damarên giyanê xwe bidrûm
Û xewa xwe di nêva daristana
Porê te de bişkînim
Û hinasên xwe ji kenê dêmên te
Mişt bikim
Ez ê li deşta beyarên te
Sirûda hebûnê di guhê cangoriyan de
Bijenînim!
Li peravên çemên êvaran
Helbesta vegerê ji kêfate re birêsim
Ala kesik û sor û zer
Bi ser bedena çiyayên te
Dakim
Ez ê tevna êşên xwe li xew xana
Dîrokê raxîn
( Hezar (nelet
Di rûyê mirovahiyê de
Birjînim
Ez ê ji nûve bibim evdalê te li ber
Dengê baranê
Û …. Sitirana Efrîna berxwedêr
Ez ê çîroka te bi ximavya hestên
Birîndar binivîsînin
Ez ê şemalên mizgîniyê di pencera
Hêviyan de vêxînim
Li ber kavilên dîwarên te bûhareke nû vejînim
______________________________________________
9 _ 3 _ 2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…