Helbest u Vidyo

Neqşê Xewnê..

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî,  bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke  ne dibîr de dihate der.

Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi xeyalên xwe  yên hundurî re neqşne bê pilan bi  tiliyên xwe, li ser wê qûmê çêdikir.

Ew neqşe dê  bibin jînenîgariya dema ku tê.

Xewna ku ji ber wê bi çolan de ketibû, dê piştî çend salan û di rêya Geryanê wê de, dê bibe rastiyeke nîvco.

Ji zarotiya xwe de wê bûyerê ayndeyê li ber çavên xwe didîtin.

Piştî Xewna şevekê, wê bawer kir ku ev xewn dê bibe rastiyeke nêzîk.

Kolanê wî welatî,  mîna Volkanan diteqiyan û li bin guhên  hev diketin.

Di wê Volkanê  de , xewnerastiya wê piştî 15 salan dibû rastiyekê nîvco.

Tirsa ji wê tofanê û rawestîna bi pêlne ji mirovan , di dilê wê de her dem zindî bû.

Wê dizanî bû, ku li binya bajarê pîroz, ew tofana ji leşkerin  biyan  dê raweste û bajêr dê tirsa xwe tevlî hêza kesên xwe bike.

      “Ewê nekevin welatê rojê”

Dergehê sînorê rojhelatî bajêr vekiriye.

Aramî xwe li dergehî dipêçe, mîna oksicîna ku mirov pê dijî, ew sînor, ew dergeh dê bibe reha dilê bajêr.

Xewn hîn nîvco ye!

Ew jî hîn li ber perê ve..neqş nîşanên xwe ji Xewna nîvçe re, nîv şîrove dike.

Hîn her tişt nîvco ye..Xewn jî wekû rastiyê nîvco dimîne.

04.02.2026

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…