sersaxî

koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan

Sersaxî
Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.
Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan, wergêr , di jiyê xwe de yê pir berhemdar, rolek girîng leyîst di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de, bi xebata xwe li ser ziman, ferheng û alfabeya kurdî. 
Kedek mezin li pişt xwe hişt ku zêdetir ji 50 berhemên girîng pêk tê, ku dibin mîrat bo nifşên paşerojê û çavkaniyeke girîng bo ziman û çanda kurdî.
Dubare li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbata wî, û xwe wekî hevparê vê xemgîniya mezin dibînin, bi daxwaza ku Xudê wî bi dilovaniya xwe ya fireh şad bikê.
Bila serê malbata wî û Gelê Kurd sax bêt.
12 Feb 2026
23 Rêbendan 2725
Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din