Helbest u Vidyo

Mirîdê Me

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

Kê gotiye

Ku navê qehreman û navdaran tenê li kolan û bajaran tên kirin.

Kê gotiye

Hêza zarokan bi tirsê tê şikandin

Mirîdê Me..

Te hest û nest û henas ji xewnên bê hêvî di landika kolanê xwepêşendanan de, bi ala xwe şiyarkirin.

Mirêdê Me

Bi meşa te re

Tirsê di bin pêlava te de xwe xûz dikir.

Di gorna tirsonek, û newêrekan de bin gor dibû.

Mirêdê Me

Moral bi mijoka te re bi hêsir û fêrmêskên şahiya azadiyê re, ken e.

Mirêdê Me

Peyama te, hestên netewî mirî di gornan de şiyarkirin

Xewnên û pilanên neyaran bi yekrêziyê têk birin

Mirîdê Me

Ji bo te …

Hemî dayikên bê dûnde bi zarok bûn bi hêza te

Û hemû kolanan xwestin navê te li xwe bikin

Mirîdê me

Mirîdê min

Here ber bi kurdistaneke azad ve here
Zarokan fêrî hiskirina kurdistanê bi ke bi xwe re
Helal be şêrê dê û bavê te ji te re.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…