Alan Hemo
Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan
Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan
Li siya pozê lehengan şîn hatiye
Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin
Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye
Ew ne kezî ye hovoo
Reh û damarên li ser destên pîrka min in
Ku ew bi qiriktehlî dirêj bûne
Kopalê destê kalikê min e
Li ser rêya penaberiyê
Ew ne kezî ye hovoo
Yariyên zarokên me ye li ber lorînê
Diyariya pepûkan dema bira pakrewan be
Tinaziya Şêrîn û Zînê bo Ferhad û Mem
Libabûna wan li şer dibe dem
Ew ne kezî ye hovoo
Benê sêdara Qazî ye
Qeyda destê Pîran û Berzencî ye
Kerba dilê Mam û Berzanî ye
Mîrateya serokan e ji me re
Ne kezî ye ew hurrimoo, axx ji birîna me re ta û derzî ye