Helbest u Vidyo

Dengvedana Bêdengiyê

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

Dengvedana bêdengiya te

kembera xwe li min dialînê

Min dikê basûr û

li bêdawiyên

serdemê belav dikê

divê ez li welatê mendehoşiyê

li bêdengiya te bigerem.

…

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…