Helbest u Vidyo

Osman bû.. Osman bû

Konê Reş

Apê me Osman bû

Kurdê bar giran bû

Osman bû.. Osman bû

War Adîyeman bû

Bi huner û şan bû

Osman bû.. Osman bû

Jîr, zana û mêr bû

Lehengê Kurdan bû

Osman bû.. Osman bû

Dermanê derdan bû

Al bilind hilda bû

Osman bû.. Osman bû

Evîndarê ziman bû

Helbestvankî jîr bû

Osman bû.. Osman bû

Jiyan berxwedan bû

Hêvî Kurdistan bû.

==========

Sibe Roja Cîhanî ya Zarokan ye.. Min ev helbest ji wan re li dor Apo Osman Sebrî hunandiye:

Konê Reş/ Qamişlo

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…