HELEBCE.. DILOPEKE XWÎNA REŞ

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

                li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

                                ne nalîn ji bilî qarina keviran!

Di sikakên bajêr de

                zaroktiyê lîstika xwe berdewam dikir

                                kenê xwe diçand

Xwe bi derdawên rokê girtibû

                gava siyanîdê xewnên wê kuştin û

                                sirûdê qarîna xakê di kefa destê xwe de hilanî.

Li qorzîka dûr

 Kalemêrekî zaroka xwe himêz kiriye

                nigê wî li derîzanê û

                                herdû destan işka jiyan girtine..

Ket û zarok jî pêre

Bi hev re çûn asîman

Wekû deriyên rizgariyê tev hatibin girtin û

                deriyê dawî ber bi heyaheyayê ve vekirî be!

Zarokekê dawa dayka xwe girtibû

                Bêhneke nenas hilkişiya pozê wê

Got: Dayê! Bêhna sêvan tê!

Lê sêv ne sêv bû

                mirin bû, bajar bi qirkirinê dipêça.

Helebce dilopeke xwîna reşî sar

                ji şûrê pêxemberan hate xwar

Gelo milyaketan rê şaş kiribûn û

                ronahiya xwe avêtibûn ser devê şûr

                yan asîman daketibû ser kabokan û

                                ba tewiya da ku miriyan li ser milê xwe hilgire!?

Kevir û kuçên vê deverê navê qurbaniyan xweş dinasin û

                dema tu gazî xwediyê malê dikî derî dilerize

Xanî li vir ranazên

                bi tirs destan li dîwaran dipelînin

                li dengan digerin

                                ew dengên ku hinavên wan germ dikirin

                li pêjinan digerin da ku wateya jiyanê li wan vegerîne.

Bi şev xweliya bajêr gazî stêran dike:

– Çima hûn dereng man?

Stêr bêdeng dimînin

                weke ku zanibin hin pirs hene

                                                bersiv ji wan re tune

Bi şev

Ewr dereng tê û

                poşmaniya asîman bi xwe re tîne

                xak nema baranê nasdike

                zarok nema li kolanan dilîzin

                zarok fêrbûne ku heye ba kujer be û

                                                heye sêv xayintiyê bi bêhna xwe re bike

Helebce!

Ey birîna ewr!

                Birîna sibehê!

Ey êşa xaka ku baranê riya xwe ji ser dageranidî!

Emê te bi girî av bidin

                ta ku ji henasên me gulek şîn bibe

                gulek koçbûnê nasneke û

                                nizanibe bêbextî çiye û

                                ne ji dest bayê bê xwarê!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…

RÊBER HEBÛN

Dîwana – Xirxala Peyvan – a ku ji weşanên Darezzeman e, di sala 2025 de hatibû derxistin , bi xwe re ev dîwan gelek mijarên rexnî tîne hole lê min vê babetê ê girêdayî bi awaze ve hilbijart, min ji vê pirtûkê nêziktir didît, ji ber helbest lawê…

Nehrî Goranî

îro,

nuh roj e….

Newroz e

Rîşok bi biskên çiya re

Newaya dijenînin.

Gangilî û Şîlan,

Govenda digerînin.

pinpinîk û kevok,

Dîdarên şeyîda li

Dardixînin.

Newal û qerac,

Dengvedana pakrewanê

Dikin sirûd, helbesta li hevtînin.

kanî,

<p style="text-align:...

Ezîz Xemcivîn

Dûmanê li asmanê gund û bajaran ewr vedigirt….

Kî hate girtin, nasnameya kê ji wana hate wergirtin, em hêj nizanin çimkî li cihê ko me agir dadida çi alavên danûstandinê ji bil hestên Kurdewarî tiştek tune bû!

………………………………………………………………………………………………………………………

Sibeha Newrozê

Bi piranî, ez nabêjim…