Namebereke lezgîn û nameyek negîha

Rêber Hebûn 

Destê te yê razayî

li ser destê min

di xewinekê de

liba dibe

mîna alên welatên ku nizanîbûn li paş lawaziyê serberjêr bibana

bi mestbûn di nav tiliyên min de şehnaz dibin

tiliyên min ên ker, kor û lal mîna evîneke berketî.

Helkelka ewra tarî di nav pêçiyên me yên tevderbasbûyî

ji maseyên henaseyên me yên a bi merdiya maçan ve avabûyî ne

Nêzîk dibin

Bihêle mey sînoran li ser erdnîgariya me ya westiyayî nîgar bike

Ew erdnîgarî şiliyê nas nakin.

Xuhdana te ya mîna pora avê di livandina qirikê min şil dike

Û piştçav hatibûye girtin mîna gurbûna bilûrekî têkçûyî

Di dema ku waxbûn mîna buxçeyekî

li ser lepê newalekî kûr rijiya

Ey bilindê mîna pêla bîrêkirinê

Min vêxîne

Tariyê ji ser darikên kibrîtên min rabike

Ez xewin dikim

bi neviyên xalên te

yên piştî lehiya me ya daketî xwarê derhatin

Mîna berikan ji darên tunebûnê diweşin

Mîna şahiyeke qereçiyan dibarin

Wekî erebeyên ku hespên kurt dixirxirînin

diyar dibin

Vedenga rê li pey wan dikeve

Keftarên giyanê zengilên berbanga me ya bê dawî hildigrin

Wekî ku peyvên me li deryayê tozê

 melevaniyê bikin

Li rehniyekê digerin

Digotin ew reşkuj bûye

Li ser dergeheke zengarî

Xaziyan jibîrakiribûn ku vebikin

Û egîtên wê paşve vegerîn

Wekî ku ew çinîkerên pembûyê bin

Li ser palgehên jibîrkirinê stûxwar daketin

Destê te nameberek lezgîn e

Û destê min nameyek negîha.

—————–

ji dîwana Destana min

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…