Duh roja Şemiyê 30.6.2019 û bi alîkariya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemavanên Kurd li Sûriya ahengek bo Imzekirina çend pirtûkan li bajarê Essen ê welatê Almaniya hate li darxistin ku çar nivîskarên me yên hêja têde beşdar bûn.
Ji wan helbestvana hest nazik Mizgîn Hesko û nivîskarê xwînşêrîn û dilxort Baqî Huseynî wisa ji nivîskarê qedir bilin û romanivîsê Kurd CanKurd.
Nivîskar Cemîl Ibrahîm di serî de dest bi vekirina civatê kir xêrhatin û xweşî da mêvanên delal û wek xuleyek bê deng cemawer li ser canê nemirê kurdistanê rawestiyan.
Paşî dest bi çalakiyê hat kirin ku hêja Alwan Şivan li ser jiyan û kar û xebata Helbestvana delal Mizgîn Hesko axivî -pirtûk, xelat û serbora wê di nivîsandinê de – piştre derfet da Mizgîn ku ewê bi xwe bi zelalî li ser xwe û xebata xwe di warê helbestê de axivî û got ku ew li ser hilm û bihna welatparêziyê ku ji bavê wê di hat mezin bûye wisa jî li ber siya helbestên Tirêj gelek caran razaye.. Paşî bi du helbestên bedew axaftina xwe tewa kir.
Piştre Bavê Zozanê nivîskar Cankurd bo mêvanan pêşkêş kir jiyan û xebata wî,pirtûkên wî, ku bihtirî ji 15an yên çapkirî hene tev bi zinamê Kurdîne pêvî yekheban.
Birastî Cankurd pir zor di jiyana xwe de li welat dîtiye ta ku dawî ew ji mafê nişetvaniyê dûrkirbûn loma mecbûr mabû ku here Almaniya û wek penaber li wir bi mîne.
Cankurd bi kurtî ser şeş pirtûkên xwe ku bi xwere anîbûn axvî li ser Romana kurdî gotebêj hate kirin birastî keda Cankurd di vî warîde cihê serbilindiyê ye ku qorzîk ji nivîsgeha Kurdî bi pirtûkên xwe xemilandiye.
Dawî Xanim Leylan Hekarî Nivîskarê hêja Ebdulbaqî Huseynî serokê YNRKS bi mêvanan da nasîn jiyana wî bi kurtî anî ziman.
Paşî mamosta Baqî ser pirtûka xwe Berevajî Firendikan û çîrokên wê axivî ku pirê wê ser Kurdên penaber bû. Dawî jî bavê Manî spasiya xwedanê çapxana Sersera kir D. Beşar Mustefa û mamosra Sîrac Osman xwedanê Dar Alzeman ya çap û belav kirina pirtûkan.
Wisa jî pîroz bahiya malbata Barzanî kir ku Kurdisatanê bi rengekî hêmen bi rêve dibin.
dawî Cankurd diyariyek hêja pêşkêşî D. Beşar Mustefa kir di ber keda wî di parastinaToreya Kurdî de û alîkariya wî ya bê hempa bo çapkirina berhemên nivîskarên kurd.
Simînar bi pirs û gotebêjên xweş ser çîrok û romana Kurdî bi dawî hat.