Xewnên Şoreşên Têkçûyî

Ferhadê Haco 
Hevalo! Ma ne bese îdî ev bez 
Daw di devde bi hewarî di pey te de ? 
Ta kengê ez ê li benda te bim
Van qîrînên nedeykirî bê deng bikim
di kezeba xwe de 
Ta kengê ezê bimînim 
 bi rebenî benda azadî 
û serkeftinên te
Ta kengê!
Ta kengê heval!
Ez mandû bûme, heval:::
Ez nema karim hilperikim
bi van lat û keviran ve
bi xwedê ez êdî mandû bûme …
Ez nema karim li zinaran berfê bixum
û nema karim li şikeftan binivim
û li ser kêstekan ez pal bidim
 
Ma ne bese îdî, heval?
Bi salan e, 
bê ûmîdî ev ber û fîşek dikin xurîn 
û tum û tum ev gurme gurm e
Bi salan e ku tu gurzê xwe dihejînî
bi mebesta 
stêrikan ji asîmanan daxurînî
wan ji min re bikî ristik û bihûnînî
Lê ji min re îdî xuyaye 
ne bi gurm gurmê ye, heval
û ne bi daneheva 
paçik û stêrikên renge renge
pîne dikî bi alên xwe ve
Ma ne bese îdî, heval?
Li pêş wênyên serok  
Serxweş û bê hiş bi cizbê dikevî 
û berfûtkên te yên berxwedanê
Bese îdî vê hewldanê
bi hişkeber te girtîye çerxa jiyanê 
tu dixwazî wê Çartew bikî
û li gora xwe bitewînî 
Lê tu jî dizanî 
ku bi ters û nezanî  wê çerxê nagorînî
Hevalo xeman  nexwe!
Ez kurd dimînim 
Li ber dergihê Kurdistanê  
nehtorvan im
Xemgêrîya min 
ne xwarina nanê ziwa ye
ne bahoz e û ne serma ye
Ne xeme ji min re
jiyana li serê çiyan 
û hilprikandin bi lata ve
Ne xeme ji min re 
dijî dijminên taristan 
bi şev û rojê ez şer bikim
Lê xem ew e, heval 
ez keç im,agir im, pizotim 
ne bi tenê ez şervanim
Ez nikarim di dilekî genc û ciwan de 
vî agirî  vemirînim    
ez ê çawan bikaribim 
Memê Alan himbêz bikim, 
deydîk bikim û bilorînim
bikaribim xwe bixapînim
li ser Siyamndê silîvî   
hêstirên dilkoj nebarînim
Li vî çiyayê sar û bê dilşewat
ez ê çawan bikaribim, heval
Ji te re bêjim û te liber bixim:
Ez keçim, ne bi tenê ez hevalim
Bihar û Newroz min şîn dikin
di govenda de dest li xortên evîndar 
dipalînim 
jibo wan himbêz bikim
sing û beran jê wan re pêşkêş bikim
 
Heval
dijminên te xewnên min in!
Ma tu nizanî ez dixwazim 
van xewnên xwe bi cî bikim
 ji bin lingên serok û rêberên te
birevînim û rizgar bikim 
Heval
ji bonî te ez îdî serê xewnan natewînim
di nav belbelîskên siloganan de 
napêçim,
kefen nakim 
û wan li gorîstanên 
xewnên şoreşên têkçûyî naveşêrim 
Ferhadê Haco 
Swêd adara 2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…