Di 121 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kovara Gelawêj

  Konê Reş

  Bi helkeftina derbasbûna 121 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2019an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
 Kovara Gelawêj:
  Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya Demokratî Kurdî (Alpartî) ye.

 Ji destpêkê ve serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paşiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweşandin, hatiye girtin. Hejmara pêşîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20×32) bû.
  Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye… Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weşandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..
 Konê Reş, Qamişlo, 08.04.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Subhî Deqorî

Zimanê kurdî ne tenê dengên ku di qirikê de çêdibin e,

ne jî komek azînên ku di pirtûkan de têne hînkirin e.

Ew tiştek mîna siya dirêj a bîrdankê ye;

bîrdank ku ne di dibistanên dewletê de çêdibe,

lê di zevî û xaniyên teng de, li…

Konê Reş

Wek ku diyar e Kurdistan bi erdnîgaeriya xwe, cil û bergên welatiyên xwe û zimanê xelkên xwe di nav xelkên cîhanê de tê naskirin.. Neyarên wê jî, ev yek naskirine û bi rêk û pêk şerê zimanê Kurdî kirine û dikin.. Di vî pêvajoyê de, ji şopandina min ji kovara…

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…