Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Kongireyê me serkeftî bû û sekretêr ma sekretêr

Idrîs Hiso
 
Kongir wêstgeha herî girîng û firehe ji bo nirxandina karê her partiyekê, di her kongireyekî de tê pêşbînîkirin ku hin bingeh û rêsayên kar û hin armanc werin guhertin û sazî werin nûkirin an jî zêde kirin li gorî derfet û guhertinên ku têne holê.
Di kongir de her tişt dikeve ber gotûbêj, rexne û helsengandinê û di encam de pêwîste hevalên ku zor kar kirine û kadirên pêşketî û dilsoz bêhtir pêşvebiçin û erk û berpirsiyaretiyên bêhtir li xwe bigirin an jî were spartin bo wan li gorî armanc û pilanên kar.
Lê rewşa tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne wisa ye, her carekê partiyek dixwaze kongireyê xwe li darbixe, wê beşek ji hevalan cuda bibin û partiyek nû damezirînin, an jî wê tiştekî berbiçav di partiyê de nayê guhertin, ji xwe nexweşiyek din jî heye û berbiçav e, hin partî kongireya xwe bi salan paşvedixin bi behaneyên pênebawer.
Zêdebarî vê yekê jî wê di daxuyaniyên bidawîbûna kongireyên xwe de- ji xwe daxuyanî tenê bi zimanê Erebî ye- binvîsin, “piştî rêxistinên partiya me li her yek li Ewropa, Keneda, Amerîka û Herêma Kurdistanê bi serkeftî û şêweyekî demokratîk  konfirasên xwe encam dan û nûnerên xwe bo kongir destnîşan kirin, kongir bi serkeftî hate encam dan û bi dengê hemû hevalan sekreterê me yê berê ma sekretêr….hd”
Mirov heger nizanibe wê bêje hevalên van partiyan li Ewropa, Amerîka, Keneda û Herêma Kurdistanê û welatên dirawsê gihane cihê biryarê û êdî wan xwe gihandine odeyên stendina û dana biryarên wan welatan….!
Bi vî şêweyî kongir bidawî dibe û her kes vedigere mala xwe, û gelek caran jî di dawiya her kongireyekî de wê hejmarek endamên partiyê ku xwedî şiyan in û daxwaza guhertin û nûbûnê dikin dûrî kar bikevin, an jî wê bi hokarên bê bingeh ji kar werin dûrxistin an jî wê hemû şêweyê paşguhkirina daxwazên wan werin bikaranîn ji bo ku fişar li wan were û ew xwe bi xwe, xwe ji rêxistina partiyê dûrbixin, piştî ku bêhêvîdibin û basikên wan bi hemû şêweyî werin şikandin.
Piştî kongir êdî nema girînge çi kar dibe, çi xebat dibe, çi plan heye ji bo avakirina kadirên nû ku karibin bi hemû karan rabin ji bo gihştin bi armancên ku ji bo wan  xwedê giravî ew partî hatiye avakirin rabin, ji ber a girîng di kongir de sekretêr bimîne sekretêr û çend kesên qezenc wergirtî di cihên xwe de bimînin, û heger egera peydabûna guhertinek rijd peydabû dê helbet pirsgirêkek derkeve û dibe ew partî bibe du partî an jî çend kesekî xwedan bîr û baweriyên cuda li mala xwe rûnên.
Ez dixwazim ji endamên her kongireyî çend pirsan bikim, gelo we ji xwe pirsiye çima saziyên partiyên we nînin, an jî heger bi nav hebin aya çalakin? Heger ev partî nikarin bi şêweyekî ji şêweyan bibin yek çima nikarin hin saziyên girêdayî berjewendiyên bilin ên gel avabikin? Partiya hûn tê de ne çi pilan heye ji bo perwedeyê? Ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî? Çi pilan heye jibo tendurûstî, çandin, bazirganî, abûrî û ..hd?
Bi boçûna min, kongir an jî em dikarin bêjin kongireyên bêhtirên partiyên Rojavayê Kursdistanê bi tenê ji bo nûkirina sekretêriyê ye ji bo sekretêr û mana çend kesan di cihên xwe de ku berjewendiyên wan bi vî awayî pêktên.
Gewîlan 23.05.2019
Malpera Kurdistan24 28.05.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…