
Roja zimanê kurdî bi helbestên zarokan gulgulî dibe
Pênûsa min heval e
weke find û şemal e
Riya min ronî dike
reştariyê dimale
ji bêje û peyvîn e
Ew e dilê ramanan
jiyane him vejîn e
Bi Pirtûkê hişmend im
Zîrek im dewlemend im
Dighêjim asta bilind
weke heyv û elend im
Mamoste pir rêzdar in
em gul in ew in dar in
Dana wan bê hempa ye
ji wan em sipasdar in
bi sozên bi vên û vîn
Em zîrek û zana bin
bijî xwendin û zanîn
Ev helbesta zarokan ji pirtûka “kenê Şanya” ye

Şîrove (0)