Kela Dimdimê (pêlek ji dîroka kurdî) bi hilma «Jan Dost»

  Mihemed Berkel

Destana kela Dimdimê ,destanek helbestî ye bi şêwe û awayekî şêrîn hatiye rêz û xêzkirin ,malkên xwe li hevhatî ne ,zaraveya ku pê hatiye nivîsîn asan ,zelal ,bijartî û li hevhatî ye ,rêzkirina bûyeran û li peyhevhatina gotinan bi rengekî pir baş û balkêş hatiye xemlandin.

Mamoste Jandost dîrokê bi awayekî helbestî pêşkêşî xwendekarên Kurd dike ,vê berhemê di sala 1988an de çav li jiyanê vekir ,di naverokê de 24 beş hene, ji1785 malikan di 188 rûpelan de hatiye xêzkirin.

Tiştekî balkêş jî ew e: çîroka (Evîniya Dosto û Sînemê) ku Jan Dost ji mêjiyê xwe afrandiye û xistiye nava destanê bandoreke xweş lê kiriye û mirov bêhtir bi xwe ve girêdide.

Em ê tev herin hewara Mîrxan
Berî ku werin ””””””””””””””””ecem ji Îran

Divê di şer de wek şêr xuya bin
Ser sîngê dijmin bi hêrs peya bin

Gava xwendekar dest bi xwendinê dike ,ew malik û gotinên zelal her diçin girêdana wî bi xwendinê ve bêhtir dikin ,ji ber ku bûyereke bûyereke din dikêşîne û malik malikê li pey xwe tîne ,mirov naxweze dev jê berde ta ku beş bi beş bi dawî bike.

Di dawiya berhemê de nivîskar çend pend û şîretan li gelê kurd dike ka ku rojekê roniyê bide.
Navê pirtûkê: “Kela Dimdimê”
Çap: 5emîn ji weşanên Avestayê ye.

Çend agahî li ser nivîskar:
Li Kobaniyê ji dayik bûye di sala 1965an de ,xwendina xwe li zanîngeha Helebê bi dawî kiriye ,di sala 2000î de li Almanyayê bûye niştecî.
Gelek berhemên wî hene wek (3gav û 3darek ,Mîrname ,Mem û Zîn …td).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…