«Pênûsa Nû» hejmara 83 derket

Hejmara 83 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Nivîsara sereke:
– Kurd di bazarên cîhanê de/ Migîn Hesko
Nerîn û Gotar:
Naveroka hejmarê:
Pîrozbe 15 saliya YNRKS/ Boniye Cegerxwîn ….. Zêro, romana tije helbest û bê dawî/ Qado Şêrîn ….. Ev cîhana sewdaser, sewdaser/ Ezîzê Cewo Mamoyan ….. Li ser pirtûka ”Moriyê Nenê” xeleka 4 /CanKurd ….. Li ser pirtûka Tengezar Marînî ”Zanista Rexneyî” /CanKurd ….. Çûna Silêmaniyê / Cemîl Ibrahîm.
Hevpeyvîn:
Hevpeyvînek ligel Dr. Ezîzê Cewo re (Xeleka 4) / Amîda Kurd.
Lêkolîn:
Cihê Ehmedê Xanî di wêjeya kurdî de (Xeleka 2) / Dr. Ebilmecît Şêxo ….. Deqên zanyarî (Xeleka 3) / Umerê Naskûrê. Ziman:
Ferhenga ziman (Xelek 26)/ Selah Mihemed ….. Seyên zimanê kurdî(Xelek 39)/ Beyar Robarî ….. Rastkirina ziman (Xeleka 1) / Cankurd ….. Ferhenga gotinên zanistî (Xeleka 2) / Zagrosê Haco ….. Ferhenga zanyarî (Xeleka 3) / Umerê Naskûrê.
Çîrok:
Romana “Xato” (Xeleka 4)/ Dîlan Şewqî ….. Romana “Çil Perî” ( Xeleka 4- Henadî)/ Ebdulbaqî Huseynî ….. A baş ewe ku ”Birno” di destê te de be! /Ebdulbaqî Hac Silêman/ werger: Ebdulbaqî Huseynî.
Folklor:
Siyabend û Xecê (Xeleka 10)/ Lukman Sileman.
Helbest:
Gazind ji tavê barkirin+ka merdî+Hevgirtin/ Nizar Yosif ….. Dengbêj / CanKurd ….. Êşa Qamişlo / Selah Mihemed ….. Çelûçar salin+Were ji min bibhîse / Beyar Robarî ….. Avdara rengcivîn+ Bêwar / Mihemedê Qadiro ….. Warê min+Çiya+ Welat parçe ye/ Hemze Cengo ….. Evîna dijwar+ Evîna ji dil/ Hewar Zahir ….. Serpêhatiya Sûrî+ Kurdê Rojava/ Mihemed Jomaa ….. Rastîya birîndar Şengala heznî / Hesençîk Celîlov
Nûçe û Çalakî:
Birûskên YNRKS derbarî koçkirina nivîskarên kurd: Dr. Ezedîn Mustefa Resûl, Helîm Abû Zêd û Ehmed Qasim… Lipaşxistina mihrecana helbestê û xelata Cegerxwîn ya îsal 2019
Çalakiyek wêjeyî di bin siya YNRKS ji Romannivîsa kurd Wecîhe Ebdilrahman re
… .. .. .. .. … .. .. .. .. .. … .. . .. .. .. … .. .. .. .. .. … .. .. .. .. .. … ..
Sernivîser: Ebdulbaqî Huseynî
Derhêner: Xorşîd Şûzî
Desteya birêvebir a ‘’Pênûsa Nû’’ beşê Kurdî:
Boniye Cegerxwîn – Mizgîn Hesko – Merwan Mistefa – Xorşîd Şûzî -Cemîl Ibrahîm
… .. .. .. .. … .. .. .. .. .. … .. . .. .. .. … .. .. .. .. .. … .. .. .. .. .. … ..
Ji bo hinartina berhemên kurdî e-mail: kurdi.penusanu@gmail.com
Ji bo hinartina berhemên Erebî e-mail: r.penusanu@gmail.com
Hemû hejmarên ‘’Pênûsa Nû’’ hûn dikarin di malpera rojnameyê de bişopînin: www.penusanu.com
15.12.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…