Helbest u pexşan

Rûgeha tavê


Nizar Yosif   

Hemî can winda dibin,
Xatirxwaziye ku sibehê ji xew rane bim.
Min biçîne,
Gul ê vebin.
Tovên meywe yên ji dil ketîn,
Lêvên zuha û westiyayîn,
Ji tavê re rûgehin.

Bi kefî ya rondik mêtî,
Min hilgire,
Bi be çiyan.
Li bin dara berûw a hişk,
Da ter bibe,
Ji vî giyanî,
Sembola wargehê xanî.
Li ber siha dikeyê dildarê bê deng,
Nêrgiza dilvîniyê ve be.
Xem xatiran ji rû bi xwazin,
Rêweng wê pesnê min vedin,
Şabûn tê bi pêjna lehingan.

Sibehroje meremên te,
Giyanê ji min hatî dizîn.
Şev girane, xewn tijî ne
Sinbilin bi romet ditewin.

        20.03.20

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…