Koçberiya Hevalekî Niştmanperwer

Heval û Bira Berêz Kemal Ebdî Îro berbangî, Roja Sêşembê  17.11.2020 li Bajarê Efrînê çû Dilovaniya xweda.
Bi Koçberiya wî,ne tenê Malbat û Milletê Çiyayê Kurd û seranserî Rojava pê xemgîn dibe, lê her Tariya oxira wî li Esmanê hemû Kurdistanê digere.
Birayê gewre Kemal Ebdî, Nimûnekî taybet bû. Jiyana wî her Têkoşîn, Eşa Millet û Welat bi Şev û Rojê, li her Cih pêre bû her, pêre digeriya, Ded û Xema Dil û Hişê wî bû.
Jiyana Berêz Kemal Ebdî Lawê Çiyayê Kurd û Kurdistan bû. Ji ber wê
jî her dem û bi her Şêwekî Alozî  ji Xortaniya wî de ta Koçberiya wî Îro
jî  pêre digeriya û pêre mezin dibû Ew Xem hevalê wîbûn.
Ez ser saxî ji Malbatê wî û hemî Milletê Kurd re dixwazim.
Buhişta
bilind cihê Canê wîbe, Kesayetîya Berêz Kemal Ebdî wê her Dem di Bîr û
Baweriya me de be, Xebata wî ji Nifşên Duhatîre bibin Ronahî û Rêber.
Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic Studies
Elmanya,17.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…