Qûna te ne wî kursiye…looo.!

Xelîl kalo

Di dîroka hemû gelan de pir mirovên sextekar derdikivin bi her şêweyî û di hemû astan de . hin ji bingehên civakî bi navdarin û hin di ji cûreyên dî yên civakêne . ji wan jî  hene ji herdû nifşane lê tu zirara wan nîne ji ber ew tu zirarê li der dorê xwe nakin .tên encamê karên wan li wan di vegerê .lê nifşek heye ku xwe têkilî kar û barê civakê dike û xwe dide ber bipêş di bin duruşm û armancên giştîde .lê heme ew xwedî ecindeyên teybet û kesayetîne .
Vêce û li vêderê ne  şerte ew kes di cihê pêşengî û biryarê de be heta ku mirov wî rexne û  sûcdar bike.dibe ku ew mirov berî niha di nava gilêş û gemara exlaqî û wicdanî de bû û li gorî şert û mercên taybet û awarte xwe di zivirînê û bi kirasê baweriyê xwe bi xwepêşandan dike û belû dike . na ji bo ku ew poşmane yan li xwe ziviriya heta ku xwe rizgar bike ji gunehên xwe …na …li gorî şert û mercên nû xwe bi pîlan dike û amadedike heta ku xwe bigihînê armancên xweyî çilek..

Niha û divê dema ku em têde dijîn gelk çilek û xwedî dîrokên bi gemar û bêbext di heyameke bûrîde .xwedî çand û hewesteke dij kurtayetî bûn û gav bi gav çav dêrî û casûsî dikirin û gelê kurd di firotin bi çend weraqe .niha di bin hin navên pîriz û bi nirxde xwe didine pêş .da ku dîse wê qewadiya xwe ser gelê kurd berdewambikin . bê ku ew tarîxa xweyî sexte û bêrûmet bînin ber çavên xwe û ji vî gelî fedîbikin . çawa berê ku xayin û xwe firoşê xelkê bûn . niha di xebitin û bi hemû hewldanên tund ku  ser kursiyê şerfa kurdan rûnin û gelê kurd dîse bi mijin û kêfa xwe li ser bikin .. lê bere bawernikin ku wê xewnên wan yên çilek were ne cîbeçî kirin . heta ku mirovên xwedî wicdan hebin ..

24.6.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…